KDP û YNK’ê wê bi lîsteyên cuda bikevin hilbijartinên giştî yên Iraqê

Cîgirê Serokê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qûbat Talebanî, diyar kir ku PDK û YNK’ê beriya hilbijartina giştî ya Iraqê ku wê di meha Mijdarê de pêk were wê bi lîsteyên cuda bikevin hilbijartinê.

Talebanî di civîna çapemeniyê ya li Suleymaniyeyê hat lidarxistin de axivî û got, "Me biryar da ku em di bin lîsteyekê de nebin yek. Li cihê wê her partî wê bi lîsteya xwe tevlî hilbijartinê bibe.”

HEVDÎTINÊN HIKÛMETÊ

Talebanî, ragihand ku hevdîtinên avakirina hikûmetê berdewam in û got ku dê di vê hefteyê de hevdîtineke nû ligel şanda PDK’ê were lidar xistin.

ENIYA MÛXALEFETÊ

Partiyên Kurd ên mûxalîf ji bo bi lîsteyeke yekgirtî tevlî hilbijartinan bibin hevdîtin dikin. Nifşên Nû, Yekgirtû, Komele û Bereyî Gel hevdîtinên xwe didomînin. Lê Tevgera Helwest ji tifaqê vekişiya.

BERNAMEYA HILBIJARTINÊ

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, ragihand ku hilbijartinên giştî dê di 11’ê Mijdarê de bên kirin û serlêdanên namzetan jî dê di 25’ê Gulanê de dest pê bikin.