Li Aydinê operasyonên li dijî HDP'yiyan
Li Aydinê, di serdegirtinên malan de tevî rêveberên HDP'ê gelek kes hatin binçavkirin.
Li Aydinê, di serdegirtinên malan de tevî rêveberên HDP'ê gelek kes hatin binçavkirin.
Li Aydinê, polîsan avêtin ser gelek malên rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeya Efelerê û endamên Meclîsa Ciwanan a Bajêr. Polîsan di serdegirtinan de mal belawela kirin û gelek kes kirin binçavan.
Mirovên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Emniyete ya Aydinê.
Hat ragihandin ku operasyonên li bajêr dewam dikin û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Li Aydinê HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi dengekî kêm nikarîbû parlamenter derxîne. Tê payîn ku HDP di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji Aydinê parlamenterekî derxîne.