ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP wê bi deh hezaran hilbijêrên li bajarên cuda bibe ser sindoqan
HDP, ji bo welatiyên ku ji neçarî divê li bajarên cuda dengê xwe bi kar bînin bibe ser sindoqan, Navenda Koordînasyona Hilbijêran a bi Tevger, ava kir. -
Endamên DAIŞ'ê yên li Antalyayê hatin berdan
Li Antalyayê, 3 kesên ku bi gumana "endaman ji DAIŞ'ê re peyda dikin" hatin girtin, ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan. -
Davûtoglû li xwe mukur hat ku DAIŞ'ê diparêzin
Serokwezîrê Tirk Davûtoglû, li xwe mukur hat ku wan du caran êrîşî hêzên parastinê yên Rojava kirine. -
Ateş: Bang li Elewiyan dikim ku di 1'ê Mijdarê de deng bidin HDP'ê
Serokê Navenda Çanda Elewiyan a Hurth, ku bi Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê ve girêdayî ye Mehmet Alî Ateş bang li Elewiyan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê. -
Gel wê li Swîsreyê di festîvala Kobanê de bicivin
Beriya Roja Kobanê ya Cîhanê, ji bo destekkirina xebatên ji nû ve avakirina Kobanê wê gel di "Festîvala ji bo Kobanê" ya li Swîsreyê de bicivin. -
Bayik: Divê 1'ê Mijdarê mîna sîleyeke mezin li AKP'ê bikeve
Bayik got, "Gelên Tirkiyeyê wê di van hilbijartinan de derseke mezin bidin Erdogan û AKP'e." -
Li hember Navenda Giştî ya CHP'ê êrîş
Li Enqereyê, êrîşek çekdarî li hemberî Navenda Giştî ya CHP'ê pêk hat. -
Ji bo Parêzer Elçî heta 7.5 sal ceza tê xwestin!
Der barê Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî de ku got "PKK ne rêxistina terorê ye" bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" kiriye bi daxwaza ji sal û nîv heya 7 sal û nîv cezayê hepsê doz hate vekirin. -
AKP û DAIŞ çima pev çûn? Nûçe-Şîrove
Li Amedê, polîsan avêtin ser malên DAIŞ'ê. Di vê operasyona li du navnîşanên li navçeya Peyasê de pevçûn derket. -
Xwendekarên xwestin 'Şehîdên Aştiyê' bibîr bînin hatin binçavkirin
Li Aydinê, danê sibehê 13 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Li Îzmîrê jî 7 xwendekarên xwestin 'Şehîdên Aştiyê' bibîr bînin, hatin binçavkirin. -
Gelo Îran li Hesekê dest bi rêxistinbûyîneke qirêj dike?
Hat ragihandin, ku Îran di çarçoveya xebatên xwe yên xurtkirina leşkerî ya li Sûriyeyê de, ji bo birêxistinkirina du rêxistinên bi navê Ensar û Hêza Parastina Şoreşa Îranê (Qwat El Heres El Sewrî El Îranî), dest bi kar kiriye. -
Tûncel: Li hemberî gefên AKP'ê em bibin yek
Hevberdevka HDK'ê Tûncel di çalakiya bi wesîleya 10. salvegera ÎGKM a ser bi ATÎFG de axivî û banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir. -
Polîsan li Silopiyayê zarokek qetil kirin!
Polîsên Tirk li Silopiyayê, tevî ku ti bûyer tinebû gule berdan Mûstafa Aşlig ê 16 salî û ew qetil kirin. -
Li Gimgimê 5 kes hatin girtin
Li Gimgimê, Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Aktay jî di nav de 5 kes hatin girtin. -
Serkonsolosxaneya Hambûrgê, gelo navendeke MÎT'ê ye?
Serkonsolosê Tirkiyeyê yê li Hambûrgê Fatîh Ak ku bi têkiliya xwe ya bi AKP'ê re tê naskirin, nehişt rojnamevan Adîl Yîgît bikeve hundirê Serkonsolosxaneya Hambûrgê. -
Dûman: Sîstema Rojava ji bo civaka demokratîk mînakek bêhempa ye
Xwendekarê doktora yê Zanîngeha Sabanci Yasîn Dûman, ku di çarçoveya kampanya 'Ji bo Rojava pirtûk' a Federasyona Sendîkayên Xizmetên Cemaweriyê de axivî, diyar ki rku sîstema li Rojava modeleke sîstema demokratîk e. -
Ji JÎTEM'ê ber bi DAIŞ'ê ve
Derket holê ku serkêşekî koma 'Dokûmacilar' a li Semsûrê, endamekî berê yê JÎTEM'ê Osman Karli ye. Karli 'parêzvanê' qralê qumarxaneyan Omer Lutfî Topal bû, ku ji aliyê ekîba Abdullah Çatli ve hat kuştin. -
Heyeta Swîsreyî: Di 1'ê Mijdarê de em ê li cem aştîxwazan bin
Heyetek ji Swîsreyê, ji bo piştgiriyê bide HDP'ê û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de çavdêriyê bike, diçe Kurdistan û Tirkiyeyê. -
Li derveyî welêt sindoq hatin girtin, HDP bi îdîa ye
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dengdayîna li derveyî welat bi dawî bû. -
Li Aydinê operasyonên li dijî HDP'yiyan
Li Aydinê, di serdegirtinên malan de tevî rêveberên HDP'ê gelek kes hatin binçavkirin. -
Gokçek îxbar kir, polîsan binçav kirin
Rojnamevanê Kurd Mehmet Serhat Polatsoy, danê vê sibehê di serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Îşkenceya li girtiyê nexweş
Girtiyê bi nexweşiya giran Alî Kûrban, ji bo bê tedawîkirin anîn Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê lê belê bêyî tedawiya wî biqede, ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa M ya Sîlîfke hat kirin. -
Ji nava qeydên polîsan derket holê ku Kaçeroglû bi plan hatiye lînçkirin
Ji nava qeydên bêtêlê yên '155 polîs' fermana "Ekîban bi ti awayî neşînin Taxa Mevlana û Doganlar" a Midûrê emniyetê aşkera bû. Bi vî rengî derket holê ku Ekrem Kaçeroglû bi awayekî plankirî hatiye lînçkirin. -
2 kes li Kemahê hatin girtin
Li navçeya Kemahê ya Erzînganê ji 6 kesên hatin binçavkirin Huseyin Kalay ê 70 salî û Îsmail Kahraman hatin girtin. -
Artêşa Tirk êrîşî YPG’ê kir
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku Artêşa Tirk li hember çeperên wan êrîş pêk aniye.