Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan ji T24 re axivî û banga 'Bila komîsyon li meclîsê ava bibe' ya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî nirxand.
Pervîn Bûldan diyar kir ku ew vê pêşniyarê erênî dibînin, piştgiriyê didin û got, "Bahçelî ya ku divê bê kirin aniye ziman. Me jî timî got, di vê mijarê de cihê esasî yê çareseriyê divê parlament be. Gelekî girîng e ku bi avakirina komîsyonê re ev yek şênber bibe."
Pervîn Bûldan ragihand ku di mijara avakirina komîsyonê de piraniya partiyên siyasî hemfikir in û bang li AKP'ê kir ku bêyî dereng bixîne nêrînên xwe bîne ziman.
Pervîn Bûldan xwest, danûstandinên vê yekê tavilê destpê bikin û got, "Weke ku Birêz Bahçelî anî ziman, divê Meclîs tavilê bikeve dewrê. Bêguman beriya wê divê danûstandin bê kirin, axaftin li ser bê kirin. Birêz Bahçelî işaret bi komîsyoneke ji 100 kesî û komîsyonên jêrîn kir. Bêguman hejmar, rêbaz dikare bê nîqaşkirin. Lê belê em bi temamî tevlî wî fikrî dibin ku her partiyeke siyasî endamekî bide komîsyonê, bi komîsyonên jêrîn piştgiriyê bidin komîsyonê û serokê komîsyonê jî bi esasî Serokê Meclîsê be."
Pervîn Bûldan destnîşan kir ku guhertinên qanûnî yên pêwîst ên ji bo demokratîkbûnê divê bi rêya komîsyonekê bê nîqaşkirin.