Rûsyayê karên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî qedexe kir
Rûsyayê saziya mafên mirovan a navneteweyî Amnesty International weke 'rêxistina nayê xwestin' ragihand û karên vê rêxistinê yên li Rûsyayê qedexe kir.
Rûsyayê saziya mafên mirovan a navneteweyî Amnesty International weke 'rêxistina nayê xwestin' ragihand û karên vê rêxistinê yên li Rûsyayê qedexe kir.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Rûsyayê de ji bo Amnesty International a ku navenda wê li Londonê ye îdîayeke bi vî rengî hate kirin: "Navendeke ku ji aliyê hevkarên sûc ên rejîma Kîevê ve tê fînansekirin û di asta navneteweyî de projeyên li dijî Rûsyayê amade dike." Hate ragihandin ku ji ber vê hincetê karên vê rêxistiniyê yên li Rûsyayê hatine qedexekirin.
Biryar di demeke welê de hate dayin ku li Rûsyayê zextên li ser dengên rexnegir û civaka sivîl hate werirtin.