Komkujiya Enqereyê li Krefeldê hat şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Krefeldê, bi armanca şermezarkirina Komkujiya Enqereyê û destekkirina HDP'ê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Dîe Lînke, DKP, Însiyatîfa Aştiyê, Komîteya li dijî Nîjadperestiyê û DÎDÎF'ê ve hat organîzekirin û bi sedan kes beşdar bûn.
Girseya gel a li navenda bajarê Krefeldê civiya, piştî meşê mîtîngek lidar xist. Di axaftinên li mîtîngê de hêzên ku komkujiya Enqereyê pêk anîne, hatin şermezarkirin û polîtîkayên şer ên AKP li Kurdistanê dimeşîne, hatin protestokirin.
Çalakî bi bangên ji bo piştgiriya HDP'ê bi dawî bû.