Îşkenceya li girtiyê nexweş
Girtiyê bi nexweşiya giran Alî Kûrban, ji bo bê tedawîkirin anîn Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê lê belê bêyî tedawiya wî biqede, ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa M ya Sîlîfke hat kirin.
Girtiyê bi nexweşiya giran Alî Kûrban, ji bo bê tedawîkirin anîn Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê lê belê bêyî tedawiya wî biqede, ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa M ya Sîlîfke hat kirin.
Girtiyê nexweş Alî Kûrban ku ev 25 sal in di girtîgehê de ye, ji ber rojiya mirinê ya sala 1999'an di laşê wî de gelek nexweşî peyda bûn. Kûrban ê ji bo tedawiyê anîbûn Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê, bêyî ku tedawiya wî were temam kirin sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Sîlîfkeyê hate kirin. Piştî ku par Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Mersînê, rapora "li girtîgehê nikare bi tena serê xwe bijî" amade kir, Kûrban ji bo rapora duyemîn bigire sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê hate kirin.
Kûrban, di dema li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de dima de, li Nexweşxaneya Fakulteya Tip a Zanîngeha Stenbolê tedawî dît. Piştî salekî, Nexweşxaneya Fakulteya Tip a Zanîngeha Stenbolê, rapora "dikare li girtîgehê jiyana xwe bidomîne" da Kurban. Piştî raporê Kûrban, sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Sîlîfke hate kirin. Li vir jî Kûrban ji ber ku nexwest di "qawîşa serbixweyan" de bimîne vê carê jî ceza hucreyê lê hate dayîn. Kurban, niha ji ber ku di hucreyê de ye dermanên xwe nagire. Keça Kûrban, Serpîl Kûrban jî nerazîbûn nîşanî vê pêkanînê da.
Kûrban diyar kir ku ji ber tedawiya diyalîzê, tevî rapora dozgeriyê ku tê gotin divê kelepçe li destê çepê yê bavê wî nekeve heye, leşkeran bi zorê kelepçe li destê wî xistine û got "Leşkeran kêlên milê çepê yên bavê min ku diyalîz jê digirt teqandin." Kûrban bibîrxist ku bavê wê niha jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin û got bavê wê jê re gotiye "Ez ditirsim ku min li vir bikujin." Kûrban diyar kir ku ji ber dayika wê jî felç e, nikare biçe serdan bavê xwe û daxwaz kir ku bavê wê demek zûtir serbest were berdan.