Li Bûcayê midûrê girtîgehê gef li girtiyên di greva birçîbûnê de ne xwar
Girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû ragihand ku hefteyeke di greva birçîbûnê de ne, lê belê midûr gef lê xwariye.
Girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû ragihand ku hefteyeke di greva birçîbûnê de ne, lê belê midûr gef lê xwariye.
Girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Buca ya Îzmîrê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku ev hefteyeke li dijî zextan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.
Di hevdîtinê de Odûncû da zanîn ku rêveberiya girtîgehê her tim zextan li wan dike û gefan li wan dixwe. Oduncu, di hevdîtinê de ev agahî parve kir: “Rewşa me baş nîne. Bi ser qawîşên me de digirin, êrişan dikin. Hevalekî me anjiyo bû. Xistin wesayîta girtîgehê û tevî pansumana wî anîn girtîgehê. Daxwazên me nayên cîbicîkirin. Dema em îtîrazê dikin jî bi gefan bersivê didin. Midûrê girtîgehê gefa ‘Binêrin ez çi bi serê we tînim. Ka bila pêvajo bi dawî bibe wê demê ez dizanim wê çi bi serê we bînim.’ li me dixwe. Dema em navê midûrê gefan li me dixwe tînin ziman jî telefonê digirin. Li dijî van sepanan, ev hefteyeke em di greva birçîbûnê de ne. Em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Dayika Odûncû, Selma Odûncû jî anî ziman ku wan li ser telefonê ji kurê xwe re gotine ku pêvajo baş derbas dibe û got: “Di demeke em ji girtiyan re dibêjin pêvajo baş e û wê tevek bên berdan de ev agahî ji girtîgehan tên. Weke malbat fikarên me hene. Em van êrişên li dijî zarokên xwe qebûl nakin.”