Gokçek îxbar kir, polîsan binçav kirin

Rojnamevanê Kurd Mehmet Serhat Polatsoy, danê vê sibehê di serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Rojnamevanê Kurd Mehmet Serhat Polatsoy, danê vê sibehê di serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Î. Melîh Gokçek jî bi tweetên xwe yên 2 saet beriya serdegirtinê re nîşan da ku haya wî ji operasyonê heye.

Rojnamevane Kurd Mehmet Serhat Polatsoy ê ku ji aliyê medya alîgir ve weke berpirsyarê komkujiya Enqereyê hat nîşandan û piştî hat binçavkirin serbest hat berdan, danê vê sibehê dîsa hat binçavkirin. 2 saet beriya binçavkirina Polatsoy, Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Î. Melîh Gokçek, bi tweetên xwe re Polatsoy hedef nîşan da.

Polîsên tîmên taybet danê sibehê saet di 06:30 de avêtin ser mala Polatsoyz. Polîsên bi maske û bi çek, Polatsoy kirin binçavan. Lê belê ji malbatê re negot ku dibin ku derê. Ji malbatê re gotin 'Der heqê wî de îxbara bombeyê heye'.

Di dema serdegirtinê de kûçikê polîs, dev li lingê hevsera Polatsoy Meltem Bîlgîn kir. Bîlgîn rakirin nexweşxaneyê.

Piştî lêgerîna li malê polîs ji malê derketin.

HAYA GOKÇEK JI SERDEGIRTINÊ HEBÛ?

Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Î. Melîh Gokçek, danê sibehê saet di 04:30 de tweet weşand û Polatsoy û HDP hedef nîşan da.

Gokçek bûyera binçavkirina Polatsoy ku dûre hatibû berdan bibîr xist û wêneyê Polatsoy weşand.

...