ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş: Dengên wan kêm bibin wê nikaribin şer bidomînin
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş sê roj beriya hilbijartinê ji ANF'ê re axivî. Demîrtaş destnîşan kir ku 1'ê Mijdarê hilbijartinek di navbera aştî û şer de ye û got, "Eger dengên AKP û MHP'ê kêm bibin, wê nikaribin şer bidomînin." -
Parlamentera Elmanya Luhmann: Bêyî Ocalan çareserî nabe!
Parlamentera Elman Luhmann destnîşan kir, ku bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd çareser nabe. -
Doktorê Swîsreyî Açikalin: Erdogan nexweşê Epîlepsî ye
Doktorê Swîsreyî Açikalin îdîa kir ku Serokkomar Erdogan nexweşê Epîelspî (Sara) ye. -
Ekîncî yê li gundê Xanikê dimîne li ber deriyê xwe hat kuştin
Li gundê Xanikê yê Hezexê welatiyê bi navê Saît Ekîncî (64) di encama êrîşa çekdarî ya du kesên rûpoş bûn jiyana xwe ji dest da. -
Cenazeyên gerîlayên TKP/ML TÎKKO hatin veşartin
Cenazeyên gerîlayên TKP/ML TÎKKO Hakan Çakir u Ozguç Yalçin ên di şerê li bejahiya Pulurê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin. -
Gerîlayê TKP/ML TÎKKO Îçlî bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê TKP/ML TÎKKO Cengîz Îçlî (Unal) li Mersînê bi erasîmeke girseyî hat veşartin. -
'Li dijî hîleyên AKP'ê em xwedî li dengên xwe derkevin'
Sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl daxuyaniyek hevpar weşandin û banga xwedîderketina li dengan kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku terora AKP'ê hilbijartin xistiye rewşeke gumanbar. -
Girtiyên siyasî: Em di şînê de ne û serî radikin!
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H ya Erzîromê, Komkujiya Enqereyê şermezar kirin. Girtiyan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê gotin, "Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa azadî." -
Gelê ji zilma çeteyan direve xwe li YPG'ê digire
Gelê ji zilma çeteyên DAIŞ'ê direve, xwe li herêmên di bin kontrola YPG'ê de ne, digirin. -
ÎHD: Bila AKP operasyonan bisekinîne
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan da xuyakirin ku di nava sê mehan de 227 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Turkdogan diyar kir ku ew destekê didin biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê û bang li AKP'ê kir ku operasyonan bisekinîne. -
AKP'ê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê: Zêdeyî 30 binçavî, 4 girtî
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li gelek bajar û navçeyan zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin. -
Li Silopiyayê polîsan ciwanek birîndar kirin
Li Silopiyayê polîsan gule berdan stûyê Hasan Yilmaz ê 22 salî û ew birîndar kirin. -
Yuksekdag: Em ê destûrê nedin Komara Qesrê
Yuksekdag a li Wanê civînek çapemeniyê lidar xist got, "Di dema hikûmeta AKP'ê de, êrîşên faşîzan û zextên ne kêmî cûntayê rû didin. Ji bo demokrasiyê divê em sekneke bêhtir bi biryar nîşan bidin." -
Demîrtaş: Mîna hinar jiyana bi hev re
Selahattîn Demîrtaş ê bi nûnerên Ermenî, Suryanî û Rûm re rûnişt. Demîrtaş di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku HDP, pêşniyara 'li şûna tekparêziyê yekîtî û û demokrasiya piralî' li pirrengiya Tirkiyeyê dike. -
Siwar Reqqa: Em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin
Fermandarê Siwar Reqqa û Endamê Meclîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Hamza destnîşan kir ku HSD peymana jiyana hevpar-azad a gelên Sûriyeyê ye. -
Şantaja li rexneyan: Heqareta li Serokkomar
Rojek piştî komkujiya Enqereyê, xwendekara bi navê Zeynep Ozturk çû standa hilbijartinê ya AKP'ê û polîtîkayên hikûmetê rexne kir. Derket holê ku ji ber 'heqareta li serokkomar' doz li Ozturk hatiye vekirin. -
‘Erdogan ne DAIŞ’ê Kurdan bombe dike’
Li PE rûniştineke di serî de Sûriye têkildarî penaber û koçberên tên Ewropayê pêk hat. -
Malbat alavên zarokên xwe dişînin Kobanê
Malbatên ku li Pirsûsê xizmên xwe winda kirin, di 100. roja komkujiyê de alavên xizmên xwe dişînin Kobanê. Malbatên şehîdên Pirsûsê bi alavan re “Silav” ji gelê Rojava re şandin. -
Berxwedanê encam da: Kamp Armen hat îadekirin
Berxwedana ji bo Kamp Armen a yek ji navenda hafizaya Ermeniyan e encam da. Kamp Arman a berê dihat plankirin ku bê hilweşandin, îadeyî Weqfa Dêra Ermenî Protestan a Gedîkpaşa hat kirin. -
Demîrtaş bi heyeta AGÎT re têkildarî ewlekariya hilbijartinê axivî
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi heyeta AGÎT re li ser ewlekariya hilbijartinê axivî. -
Demîrtaş bersiva 'PYD'ê da Davûtoglû: Ji we nayê!
Demîrtaş di merasîma cenazeyê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Demîr de peyivî. Demîrtaş bal kişand ser PYD'ê û ji Davûtoglû re got; "Hûn nikarin bi her tiştî." -
Nûçegihanên ÎMC'ê qeza kirin: 2 birîndar
Nûçegihanên ÎMC'ê Bekîr Guneş û Mûrat Rûşen Takva, ku ji bo şopandina bernameya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag çûn Erdîşê, qeza kirin. -
Vaye şexs û saziyên li Çewlikê DAIŞ'ê bi rêxistin dikin
Di rêxistinbûyîna çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ahrar-û Şam de, tevî Semsûrê navê Çewlikê jî her di rojevê de ye. -
Ocalan: Ez di nava tecrîdê de me, nikarim bi têrkerî parastinê bikim
Amadekariyên parêzerên Ocalan ên ji bo doza li hemberî Yewnanîstanê ya ji ber komploya navneteweyî vekirine, diqedin. Parêzerên Ocalan wê di 4'ê Mijdarê de li Atînayê li ser dozê civîneke çapemeniyê lidar bixin. -
Pêla qirkirinên siyasî dewam dike: Li Sêrt û Agiriyê 13 kes hatin girtin-HAT NÛKIRIN
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Giyadînê 7, li Sêrtê jî 6 kes hatin girtin.