ESP û SGDF saet di 10.04. de rêya E-5 birîn

Endamên ESP û SGDF, di hefteya 2. a komkujiya Enqereyê de rêya E-5 li herêma Yenîsahra li trafîkê girtin. Sosyalîstan saet di 10.04 a kêliya teqînê de lastîk danîn ser rê û dirûşmên "Hesabê Enqereyê wê bê pirsîn" qîriyan.

Di hefteya 2. a Komkujiya Enqereyê de ku 103 kesan jiyana xwe ji dest dan, endamên ESP û SGDF'ê, li Stenbolê rê li trafîkê girtin. Sosyalîstan saet di 10.04 a kêliya teqînê de, rêya E-5 i herêma Yenîsahra girtin û ji bo pêşî li çûn û hatina wesayîtan bigirin, lastîk tanîn ser rê.

Sosyalîstan dirûşmên "Wê hesabê Enqereyê bê pirsîn", "Pirsûsê ji bîr neke, nede ji bîr kirin" qîriyan û pankarta bi nivîsa "10.04 Şemî Enqere. Ji bîr neke vekirin. Endamên ESP û SGDF, pankarta bi nivîsa "Amed, Pirsûs, Enqere, Kujer Qesr" bi pirê ve daliqandin.