Yuksekdag: Li dijî vê sîstema kevn, em alternatîfa tekane ne

Yuksekdag diyar kir ku ew ê di 1'ê Mijdarê de AKP'ê poşman bikin û desthilatdariya gelan ava bikin. Yuksekdag destnîşan kir ku eger AKP bi ser bikeve wê şer girantir bibe û komkujî ji nû ve rû bidin.

Yuksekdag diyar kir ku ew ê di 1'ê Mijdarê de AKP'ê poşman bikin û desthilatdariya gelan ava bikin. Yuksekdag destnîşan kir ku eger AKP bi ser bikeve wê şer girantir bibe û komkujî ji nû ve rû bidin.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, xebatên xwe yên hilbijartinê li Hatayê domand. Yuksekdag li navçeya Samandagê bi pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), malbatên kesên ku di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dane û bi nûnerên saziyên civakî re taştê xwar. 

Yuksekdag balê kişand ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê. Yuksekdag diyar kir ku AKP dixwaze di sedsala 21'an de bi pergala dîktayê gelan bi rê ve bibe û wiha berdewam kir: "Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de me daxwaza wan di qirika wan de hişt. Me bi piştgiriya gelan ew paş ve kişand. Ji bo di 1'ê Mijdarê de biçin, pêdiviya me bi piştgiriya gelan heye. Em ê karê ku di 7'ê Hezîranê de nîvco ma di 1'ê Mijdarê de temam bikin." 

Yuksekdag daxuyaniyên AKP'ê yên beriya hilbijartinê bibîr xist û diyar kir ku ji ber HDP'ê bend derbas kir AKP'ê Tirkiye ber bi şerê navxweyî ve bir. Yuksekdag got: "Sûcê me ew e ku me ew nekir dîktator û em ê vî sûcî careke din bikin. Em ji bo desthilatdariya gel a demokratîk ava bikin tevlî hilbijartinan dibin."

Yuksekdag, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku wan ev hilbijartin nedixwest û wiha axivî: "Ji ber vê hilbijartinê ew ê poşman bibin. Wê ji encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê xirabtir encaman werbigirin." Yuksekdag hişyar kir ku eger AKP di hilbijartinê de encamên ku dixwaze bi dest bixe wê şer kûrtir bike.

Yuksekdag wiha pê de çû: "Eger AKP hilbijartina 1'ê Mijdarê qezenc bike wê Sûriyeyê dagir bike. Eger AKP ji desthilatdariyê neyê dûrxistin hem li hundir hem jî li derve wê biçe şer. Wê hewl bide gelan bike dijminê hev û şerê navxweyî derxîne."

Yuksekdag got ku wê gelên Tirkiyeyê bi HDP'ê re pêşeroja xwe diyar bike û wiha dawî li gotinên xwe anî: " Em pêşeroja gelan in. Li hemberî vê pergala pûç tekane alternatîf em in. Roj roja berxwedana gelan a li hemberî zilmê ye."