Li Helebê 25 sivîl hatin qetilkirin
Ji ber şerê li bajarê Helebê û gundewarê wê îro 25 welatiyên sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber şerê li bajarê Helebê û gundewarê wê îro 25 welatiyên sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber şerê li bajarê Helebê û gundewarê wê îro 25 welatiyên sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Pevçûnên li bajarê Helebê û herêmên derdorê roj bi roj dijwartir dibin. Hêzên rejîma Sûriye bi balafirên şer, top û fûzeyan êrîşî bajarokê Heyan ê li bakurê Helebê, bajarokê Dêr Hafir ê li rojhilatê Helebê, bajarokê Bêşe, gundê El-Hadir ên li başûrê Helebê kirin. Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da, gelek kes birîndar bûn û ziyan bi mal û milkên welatiyan bûn.
Li çerxereya El-Şîhan di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de şer û pevçûn di dijwarî didomin. Li herêma Xenasir û Eseriya dikevin başûr-rojhilatê Helebê di navbera rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê de şer heye. Rejîma Sûriyeyê 20 top avêtin herêma Benî Zêd.
Komên çekdar jî fûze avêtin herêma El-Şêx Seîd ku hêzên rejîmê tê de bi cih dibin û tankeke hêzên rejîmê rûxandin. Çeteyên DAIŞ’ê bi top û çekên giran êrîşî derdora herêma El-Sifêra dikeve başûr-rojhilatê Helebê. Der barê encamê de ti agahî nehatin bidestxistin.
Ji ber êrîş û pevçûnên li bajarê Helebê û gundewarê wê îro 24 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li Taxa Xalidiyê ya bajêr jî zarokek bi guleyên sekvanên hêzên rejîmê birîndar bû.