Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Babacan re rûniştin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan re hevdîtin kirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan re hevdîtin kirin.
Hevdîtinê li Navenda Giştî ya Partiya DEVA saet di 11:00 de destpê kir û Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî beşdar bûn.
Heyet ji aliyê Babacan û Serokwekîlê Giştî yê Partiya DEVA'yê Îbrahîm Çanakçi, Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen, Sadûllah Ergîn û Medenî Yilmaz ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtinê li çapemeniyê girtî dewam kir.