ROJANE
Hemû Nûçe
-
AKP dijminatiya xwe ya li "Bakur" li Swêdê jî didomîne
Hikûmeta AKP'ê ya ku nehişt dokûmantera "Bakur" a li ser jiyana li kampên gerîlayên HPG'ê di 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê de bê nîşandan, niha jî hewl dide nehêle li 26. Festîvala Fîlman a Stockholmê were nîşandan. -
Ji bo şermezarkirina komkujiya Enqereyê, xeleka ji mirovan
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Enqereyê, xeleka ji mirovan hat çêkirin. -
Dengdayîna li Swêdê di 24-25'ê Cotmehê de pêk tê
Hilbijêrên li Swêdê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, wê di 24 û 25'ê Cotmehê saet di navbera 09:00-21:00 de li Kîsta Massan (Fûara Kîsta) ya Stockholmê dengê xwe bi kar bînin. -
Ji ber xemsariyê girtiyekî din jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş ê bi navê Hasan Erturul ê di Girtîgeha Tîpa E ya Manîsê de dimîne ji ber nexweşiya zatureyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Manîseyê û li wir jiyana xwe ji dest da. -
Ji HDP’yiyên Swîsreyê bang: Dîktatorek bi dengekî dikeve!
Hilbijêrên li Swîsre diçin ser sindoqan, piraniya hilbijêrên diçin ser sindoqan jî hilbijêrên HDP’yî ne. -
'Şehîdgeha Şêx Seîd’ tê topbarankirin
Piştî herêma li Pîran a Amedê ya “Şehîdgeha Şêx Seîd” lê ji aliyê qeymeqamtiyê ve wek “herêma ewlekariya taybet” hat îlankirin li hember qadê topbaran hat destpêkirin. -
Yuksekdag: Baweriya xwe careke din bi me bînin
Yuksekdag li Sêrtê civîna çapemeniyê lidar xist û ev bang li gel kir: "Ji me her tim bawer bikin". Yuksekdag diyar kir ku tevî gefên AKP'ê jî ew ê ji rêya xwe venegerin û destnîşan kir, ku navenda pêkanîna komkujiyan Qesr e. -
HDP: Qutbûna elektrîk û înterneta li Colemêrgê tesadufî ye?
HDP'ê qutbûna elektrîk û înternetê ya li Colemêrgê xist rojeva Meclîsê. Di pêşniyar pirsa HDP'ê de hat gotin, "Li cihên ku partiya me dengekî zêde bi dest dixe, gelo qutbûna înternet û elektrîkê rewşeke rasthatî ye?" -
Heyeta Rojava li Moskowayê bi xwendekarên zanîngehê re rûnişt
Heyeta ji Rojavayê Kurdistanê ya li Moskowayê ye, bi xwendekarên zanîngehê re civiya. -
Onder: Agahiyên nû yên li ser sûîqest û êrîşan, fikarên me zêde kirin!
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder got, "Aştî gava herî girîng e ku wê AKP'ê biqedîne" û destnîşan kir, ku ji ber vê rastiyê, biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê li eniya hikûmetê bersiva xwe nedîtiye. -
Li Agirî 13, li Rihayê 5 binçavî
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên meşandin de li Agirî 13 kes, li Serêkaniyê jî 5 kes hatin binçavkirin. -
YSK, dem û pîvanên dengdayînê aşkera kir
YSK, dema dengdayîna ji bo hilbijatrinên 1'ê Mijdarê aşkera kir. Li gorî vê yekê, tevî bajarên Kurdistanê li 32 bajaran dengdayîn wê saet di 07:00 de destpê bike û saet di 16:00 de bi dawî bibe. -
Heyeta Rojava li Moskowayê bi Partiya Lîberal re hevdîtin kir
Heyeta Rojavayê Kurdistanê ya li Moskowayê ye, bi Partiya Demokratîk a Lîberal a Rûyayê re hevdîtin kir. -
Komkujiya Enqereyê wê bikeve rojeva NY
Komkujiya li Enqereyê wê bibe mijara civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY). -
Çeteyê DAIŞ'ê yê girtî: MÎT'ê li sînorê Til Ebyadê çek da me
Çeteyê DAIŞ'ê M.H. ê di operasyona YPG/YPJ a Til Ebyad (Girê Spî) de hat girtin, hevkariya Dewleta Tirk û DAIŞ'ê vegot. -
Li Viyanayê civîna li ser Sûriyeyê
Rûsya, DYA, Erebîstana Siûdî û Tirkiye, li paytexta Awûstûrya Viyanayê îro civînekê li ser rewşa li Sûriyeyê lidar dixin. -
Operasyonên qirkirina siyasî li Stenbol, Mêrdîn û Manîsayê dewam kirin
Li Stenbolê polîsan avêtin ser gelek malan. Li Stenbolê ciwanek hat binçavkirin û li Manîsayê jî ji 14 kesên hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin. -
Komkujiya Enqereyê li Şîlî û Arjantînê hat protestokirin
Li ser banga Partiya Komunîst a Arjantînê û UCA (Unipon Cultural Armania) Yekîtiya Çandê ya Ermeniyan, girseya gel li Kolana Federîco Lacroze civiya, heta ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Arjantînê meşiya. -
Li Geverê leşker li herêma operasyonê tên civandin
Li herêma Geliyê Doskî ya Geverê, operasyon û şerê di 4'ê Cotmehê de destpê kir, dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ji hewayî ve leşker, çek û cebilxane ji bo herêmê tên veguhastin. -
HDP li Swêdê xwedî îdîa ye
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hilbijêrên li Swêdê wê di dawiya vê hefteyê de dengê xwe bi kar bînin. -
Li derveyî welêt saetên dengdayînê ji bo dawiya hefteyê hatin guhertin
Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê dengdayîna li derveyî welêt didome. 24’ê Cotmehê Şemiyê û 25’ê Cotmehê Yekşêmê saetên dengdayînê yên li derveyî welêt hatin guhertin. -
Li Îdirê kesek hat girtin, li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
Endama Meclîsa Daîmî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) Sozda Gokçe li Îdirê hate girtin. Li Cizîrê jî, polîsan wesayîtek sekinandin û 3 kes binçav kirin. -
Hêzên YPG / YPJ’ê bersiva pêwîst dan êrîşên çeteyan
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku YPG’ê bersiva pêwîst daye êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 19, 20 û 21’ê Cotmehê ji baregehên xwe yên li Cerablûs û Reqa bi hawan û çekên giran li dijî çeperên hêzên wan pêk anîne. -
Li Zanîngeha Essen fîlmê Nû Jîn hat nîşandan
Belgefîlmê Nû Jîn ê berxwedana Kobanê dike mijar bi organîzasyona Yekîtiya Xwendekarên Kurd (YXK) li Zanîngeha Duîsburg-Essen hat nîşandan. -
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê: Operasyonan rawestînin, bi Ocalan re hevdîtinê bikin
Endamên TBM bang li hikûmeta AKP'ê ya li gel biryara KCK'ê ya "bêçalaktiyê" operasyonên leşkerî û siyasî didomîne kir û got, operasyonan rawestînin û ji bo careke din li pêvajoya şer venegerin jî bi Ocalan re dest bi diyalogê bikin.