Nedayîna cenazeyên 3 gerîlayên TKP/ML-TÎKKO ji bo malbatan hat şermezarkirin

Tevî ku cenazeyên 3 gerîlayên TKP/ML-TÎKKO ji aliyê malbatan ve hatine teşhîskirin jî, Dozgeriya Elezîzê nahêlin malbat cenazeyên xwe werbigirin. Li dijî vê astengiyê, meşek hat lidarxistin.

Tevî ku cenazeyên 3 gerîlayên TKP/ML-TÎKKO yên li bejahiya Pulurê di şerê ji ber operasyonê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatan ve hatine teşhîskirin jî, Dozgeriya Elezîzê nahêlin malbat cenazeyên xwe werbigirin. Nûnertiya Partîzan a Dêrsimê, bi meşekê ev astengî şermezar kir.

Endamên Partîzan, Parlementera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, nûnerên DHF û EMEP'ê û gelek welatî tevlî meşê bûn. 

Girseya gel li kolana Hunerê civiya û heta Bazara Yeralti meşiya. Piştî meşê Nûnerê Partîzan ê Dêrsimê Yûsûf Topçû axivî û diyar kir ku Cengîz Îçlî û Haka Çakir di şer de jiyana xwe ji dest dane, Ozguç Yalçin jî piştî bi birîndarî bi ketiye destê artêşa Tirk, bi îşkenceya giran hatiye qetilkirin.

Topçû agahiya Dozgeriyê ya li pêşiya radestkirina cenazeyên gerîlayan şermezar kir û ji bo cenaze teslîmî malbatan bên kirin, banga hişyarî û baldariyê li raya giştî kir.

Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.