'Divê Semsûr ji AKP'ê bê paqijkirin'

Şiyar Adiyaman diyar kir ku encamên di 1'ê Mijdarê de li Semsûrê derkeve holê wê bibe bersivek ji Gladyoya Kesk a berpirsyarê komkujiyên Pirsûs û Enqereyê ye û destnîşan kir, ku divê Semsûr di 1'ê Mijdarê de bi temamî ji DAIŞ û AKP'ê bê paqijkirin.

Di komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê de, hevkariya AKP-MÎT-DAIŞ li pêş çavan e. Ji aliyê AKP'ê ve bi awayekî fermî tê ragihandin ku tora 'bombeyên zindî' ya DAIŞ'ê ya ji navenda Semsûrê, bi awayekî 'fîrarî' li derdorê digere. Li Kurdistanê bi taybetî herêm Semsûrê tê xwestin bibe hedefa polîtîkayên şerê qirêj ên AKPê. Der barê mijarê de gerîşa Şiyar Adiyaman ê herêmê û çanda wê ji nêz ve nas dike, ji ANF'ê re axivî.

Gerîla Adiyaman da xuyakirin, ku ew jî mirovekî ji wê herêmê ye û da zanîn, ku ji Semsûrê gelek mirov tevlî refên têkoşîna azadiyê bûn. Adiyaman anî ziman ku ji bo fêmkirina Semsûrê divê hinekî herêm bê naskirin û ragihand, ku hem ji bo Kurdan hem jî ji bo sîstema dewletparêz-desthilatdarparêz, cihekî girîng e.

SEMSÛR RADESTÎ GLADYOYA KESK HAT KIRIN

Adiyaman diyar kir ku li Semsûrê şerekî taybet tê meşandin û got, "Piştî 12'ê Îlonê ev şerê taybet radestî 'Gladyoya Kesk' hat kirin. Ev yek ji aliye her kesî ve tê zanîn. Bi giranî rêxistinbûyînên bi şêweya terîqetan esas hat girtin. Gladyoyek hebû ku berê li Meletî, Mereş, Elezîz û Çorûmê komkujî kiribû. Gladyoyeke JÎTEMwarî, Gladyoyeke navneteweyî bû. Niha 'Gladyoya Kesk' ketiye şûna vê Gladyoyê. Ev rêxistinbûyîna tund îro bi rêya vê Gladyoyê tê kirin."

Gerîla Adiyaman da xuyakirin ku dewletê piştî 12'ê Îlonê bi zanebûn krîzên aboriyê derxist û berê gelê Semsûrê da Mersîn û Stenbolê û anî ziman ku mirovên koç nekirin û man jî, bi rêya mescîtan, qursên Quranê, malên sohbetê, kargeh, ocaxên çay, mizgeft, Îslama ne rast û terîqetên lid ijî Îslamê, hatin birêxistinkirin. navê vê jî Gladyoya Kesk e. Navê wê Hudapar e, Hîzbûllah e, DAIŞ e. Navê xwe çi dibe bila bibe, navê desthliatdarbûyîna rêxistinbûyîna bi vê rêbazê AKP ye. Di heman demê de projeyek navenda xwe DYA, London û Îsraîl e. Ev proje kirine belayê serê Kurdan. Bombevanên komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê, ji Semsûrê ne. Çima di vê demê de ev terîqet xistin nava tevgerê? Ji ber ku li Semsûrê hişyariyeke gelekî cidî ya neteweyî heye. Tevlîbûna li nava refên têkoşîna azadiyê zêde bû. Ya rast Semsûr mozaîkeke gelekî dewlemend a civakî ye. Eger bi vê hişmendî û hişyariya civakî bi pêş ve biçe, li Semsûrê rêxistinbûyînek mîna dewlet-DAIŞ'ê namîne."

Gerîla Adiyaman da zanîn ku li Semsûrê Ermenî, Suryanî, Kurd (Zaravayên Kimilkî û Kurmancî), Tirk, Tirkmen, ji aliyê mezhebî ve Sûnî, Elewî hene û diyar kir ku feraseteke xwezayî ya demokrasiyê ev hemû pêkhateyên gihandiye roja îro. Gerîla Adiyaman destnîşan kir, ku AKP dibêje 'Eger Semsûr bi temamî bê xistin, ez ê tevahiya herêmê kontrol bikim', lewma bi zanebûn berê xwe daye Semsûrê.

BERPIRSYARÊ DAIŞ'Ê, ERDOGAN E

Adiyaman anî ziman ku DAIŞ di dema dewleta Osmanî de dişibe sîstema ji ber xistinê ya ocaxên yenîçerî û got, "Di wê demê de zarokên Xiristiyan ji wan digirtin, ji çand û rastiya civakî dihatin xistin û bi wan re li dijî Xiristiyanan komkujiyên hovane dikirin."

Gerîla Adiyaman diyar kir ku AKP jî niha bi heman rengî hewl dide Kurdan bi Kurdan bide qetilkirin, lewma Semsûr di hedefê de ye û got, "Derxistina pêş a navê Semsûrê, ji bo veşartina tevna rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li herêmên din ên mîna Meletî, Konya û Kayseriyê ye. Ev poltîkayeke AKP'ê ye û ji bo nixumandina rêxistinbûyîna DAIŞ'ê tê meşandin. Berpirsyarê vê DAIŞ'ê jî Erdogan û Davûtoglû ye. Davûtoglû dema Wezîrê Karên Derve bû, ev rêxistinbûyîn daye destpêkirin. Serkêşê Ergenekona Kesk, rêxistin û terîqetên bi vî rengî ye. Ti eleqeya van bi Îslamê re nîne."

Adiyaman bal kişand ser aliyê berxwedêr ê Semsûrê û serhildana Baba Îshakan a li dijî zilma Osmanî bibîr xist. Gerîla Adiyaman diyar kir ku ya diqewime hilanîna tolê ji Kurdan û Îslamê ye û got, "Divê Çand-Îslama adîl û wekhev esas bê girtin. Dixwazin Tirkiyeyê radestî DAIŞ'ê bikin û bi xwe birevin."

DIVÊ SEMSÛR JI AKP'Ê BÊ PAQIJKIRIN

Gerîla Adiyaman destnîşan kir ku wekhevî û demokrasî bi kombûna li binê sîwana HDP'ê dibe û got, "Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bersiva herî baş e ew ku Semsûr bi temamî ji AKP'ê bê paqijkirin. Kurd, Tirk, Elewî, Sûnî, Ermenî divê her kes di van hilbijartinan de bersivê bidin Gladyoya kesk. Li dijî jiyaneke mîna koledariyê, pêwîste helwestê nîşan bidin. Divê ciwan helwest û nerazîbûna xwe bi tevlîbûna li nava refên azadiyê nîşan bidin. Sabrî Buyukgoz, Mehmet Emîn Taşden, Huseyîn Vûrûlmaz, hevala Rahîme, hevalê Azîz, Ahmet Sûbaş, Sûna Ozdemîr nirxên me yên li refên herî pêş ên têkoşînê canê xwe kirine sîper in. Semsûr ancax bi van nirxên ku navê gelek ji wan nehatine bilêvkirin, dikare bê temsîlkirin. Em xwedî li van nirxan derkevin. Bi taybetî divê jin û ciwan xwedî li nirxên me yên têkoşînê derkevin. Pêwîste em biryardariya xwe ya jiyana bi hev re ya cihêrengiyan, bi desteka ji bo HDP'ê nîşan bidin. HDP partiya gelan e."