Hevdîtina navbera DEM Partî û DEVA 1,5 saetî dewam kir
Hevdîtina navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan bi dawî bû.
Hevdîtina navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan bi dawî bû.
Hevdîtina ku nêzî 1.5 saetî dewam kir, li Navenda Giştî ya DEVA pêk hat û li çapemeniyê girtî hate lidarxistin.
Di hevdîtinê de ku saet di 11:00 de destpê kir ji DEM Partiyê Serokwekîlên Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, ji heyeta DEVA Serokwekîlê Giştî Îbrahîm Çanakçi û Alîkarên Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen, Sadûllah Ergîn û Medenî Yilmaz amade bûn.
Li ser naveroka hevdîtinê hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.