ÎSÎG: 12 salên dawî herî kêm 2.728 ciwan li ser kar jiyana xwe ji dest dan

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser 'Mirina li ser kar' a sala 2013'an û çar mehên destpêkê yên sala 2025'an weşand.

Li gorî raporê, di vê demê de herî kêm 2.728 karkerên ciwan li ser kar jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hate gotin ku di van 12 salan de herî kêm 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Hat destnîşankirin ku ji ciwanên jiyana xwe ji dest dane 22 jê 18 salî bûn, hezar û 214 jê di navbera 19-22 saliyê de bûn û yên din jî temenê wan di navbera 23-25 saliyê de bû. Hat gotin ku ji ciwanên jiyana xwe ji dest dayin 284 jê penaber an jî koçber bûn.

Hat destnîşankirin ku ji sedî 26 ciwanên karker ên jiyana xwe ji dest dayin karkerên înşaetê û herî kêm ji sedî 6 jê karkerên metalê bûn. Di beşa “li gorî sedemên mirinan” de jî hate gotin ku ji sedî 24’ê ciwanan di qezayên trafîkê de, ji sedî 16 jê ji cihên bilind ketine xwarê, ji sedî 15 jê ji ber sedemên weke eciqîn/hezazê jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hate diyarkirin ku herî zêde mirin li Stenbol, Antalya, Konya, Îzmîr û Enqereyê çêbûne.