Artêşa Tirk êrîşî YPG’ê kir

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku Artêşa Tirk li hember çeperên wan êrîş pêk aniye.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku Artêşa Tirk li hember çeperên wan êrîş pêk aniye.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê der barê êrîşên Artêşa Tirk li herêma Girê Spî li ser çeperên wan daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand.

Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin: “Di 24’ê Cotmehê şev û 25’ê Cotmehê ber bi sibehê ve Arteşa Tirk li hember çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Girê Spî ya giredayî Kobanê êrîş li dar xistin.

Arteşa Tirk di navbera saetên 19.00 û 21.00’an de bi çekên A4, di saetên 02.00 û 04.00’an de jî bi çekên MG3 li hember çeperên hêzên me êrîş li dar xistin.”