2 kes li Kemahê hatin girtin

Li navçeya Kemahê ya Erzînganê ji 6 kesên hatin binçavkirin Huseyin Kalay ê 70 salî û Îsmail Kahraman hatin girtin.

Li navçeya Kemahê ya Erzînganê ji 6 kesên hatin binçavkirin Huseyin Kalay ê 70 salî û Îsmail Kahraman hatin girtin.

Polîsan û leşkeran li gundên Konuksever, Ersînlî, Dêra Şoran, Mermerlî û Maksut Uşagi yên Kemaha Erzînganê bi ser gelek malan de girtin. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de kalê 70 salî Huseyin Kalay, Îsmail Kahraman, Dursun Gokduman, Nurî Kahraman, Ahmet Cono û Cemal Altınsoy binçav kirin û birin Fermandariya Jendermeyan a Kemahê.

Fermandariya jendermeyan jî piştî lêpirsîna 6 kesan bi îdîaya "Cih dane rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî ji 6 kesan kalê 70 salî Huseyin Kalay û Îsmail Kahraman girt û 4 welatî jî serbest berdan.

Dadgehê Kalay û Kahraman şandin Girtîgeha Tipa T a Erzînganê.