"Torosên Spî" yên Davûtoglû li Şirnexê li ser kar in. Bereket Ûrat ê 22 salî, di destpêkê de li wesayîta zirxî ya bi tîpa Ûral hat siwarkirin, dûre li wesayîteke bi marka Meganê hat siwarkirin û li şûna emniyetê ew birin derveyî bajêr. Ji ber ku sîxurî qebûl nekir, gefa mirinê lê hat xwarin.
Bi gefên Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yên "Eger em biçin wê Torosên Spî bên" re pêkanînên "Torosên spî" yên di salên 1990'î de di cîneyetên kiryar nediyar û di binçavan de windakirinê dihatin bikaranîn li Şirnexê ketin dewreyê. Ciwanê bi navê Bereket Ûrat ê ku li taxa Yenîmahale dijî roja bihurî li sûkê dema ji bo rûyên xwe biqusîne çû berber ji aliyê du polîsên sivîl ve hat binçavkirin. Ûrat bi hinceta îfadeyan bide hat binçavkirin û bi wesayîta zirxî li şûna midûriyeta polîsan birin ser rêya derdorê û bi mirinê gef lê xwarin.
Bereket Ûrat diyar kir ku ji bo rûyê xwe biqusîne çû berber û di wê demê de 2 kes hatin cem wî û ji wî re gotin îfadeyên tu bidî hene û dema pirsa îfadeyên çi pirsî ji wî re gotin "Ka em biçin tu yê fêm bikî" û ew binçavkirin. Ûrat anî ziman ku piştî lêgerînê destên wî kelepçe kirin û li wesayîta zirxî siwar kirin. Ûrat da zanîn ku piştre wesayîta zirxî li şûna biçe Midûriyeta Polîsan ber bi rêya derdorê ve çû û wiha got: "Piştî ket rêya derdorê hemû qemerayên wesayîtê girtin. Di rê de ez ji wesayîta zirxî ya bi navê Ûral peya kirin û li wesayîta sivîl a bi marka Megan siwar kirin. Di wesayîtê de 2 polîsên din hebûn. Piştre wesayîta zirxî vegerandin û ew wesayîta li ser rêya derdorê ket rêyekî din."
ZEXTÊN SÎXURIYÊ LÊ HATIN KIRIN
Ûrat bilêv kir ku piştî wesayît demek çû rawestiya û polîsan berê ji wî pirsa ji ku ye kirin û teqîna roja bihurî ya li Yenîmaheleyê çêbûyî ji wî pirsîn. Ûrat destnîşan kir ku ji wî agahiyên li tax xwestin û zextên bibe sîxur lê kirine.
Ûrat anî ziman ku di dema lêpirsînê de wêneyên wî û dîmenên wî kişandin û polîsekî ji wî re gotiye, "Eger ji niha û pê ve ez te li kolanekê bibînin ez ê te bikujin. Ez te nekujim jî ez ê ji hevalên te re bêjim ev mirovê me ye û ew ê te bikujin."
Ûrat anî ziman ku ew ê têkildarî mijarê serlêdana sûc bike.