Demîrtaş li Esenyûrtê karker ziyaret kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, danê sibehê karkerên li înşeateke Esenyûrtê ziyaret kir û bi wan re taştê xwar.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, danê sibehê karkerên li înşeateke Esenyûrtê ziyaret kir û bi wan re taştê xwar.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, danê sibehê karkerên li înşeateke Esenyûrtê ziyaret kir û bi wan re taştê xwar. Demîrtaş di axaftina xwe ya li vir de got, "Di rewşeke normalde divê li welatekî destpêkê ewlekariya jiyanê hebe. Lê li vî welatî tiştekî welê nîne. Ewlekariya kar a karkeran jî nîne."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, tevî namzeta HDP'ê ya Parlamenteriyê Şerîfe Erbay, karkerên li înşeateke li taxa Mehterçeşme ya li navçeya Stenbol Esenyûrtê ziyaret kir. Karkerên ku Demîrtaş li pêş şantiyeyê pêşwazî kirin, dûre taştê amade kirin û tevî Demîrtaş bi hev re taştê xwarin. Demîrtaş li vê derê bi karkeran re sohbet kir. Karkeran pirsgirêkên derdikevin pêşiya wan, ji Demîrtaş re vegotin.
Karkeran diyar kirin, ku ji bo debara malbata xwe bikin neçar in hîn bêhtir bixebitin û anîn ziman ku kirêya xaniyên wan zêdeyî 1000 TL'yî ne, lê rojane ew herî zêde 50 heta 100 TL'yî qezenç dikin. Karkeran ragihandin, ku ewlekariya jiyana wan nîne û got, "Kes li ewlekariya jiyanê xwe nafikire. Bi tenê li ser kaxizê sîgortayekê çêdikin. Vê yekê jî, ji bo ku xwe ji pirsgirêkeke gengaz xilas bikin, dikin."
'LI TIRKIYEYÊ EWLEKARIYA KAR A KARKER NÎNE'
Demîrtaş da xuyakirin ku di nava salekê de 1.200 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û got, "Di rewşeke normalde divê li welatekî destpêkê ewlekariya jiyanê hebe. Lê li vî welatî tiştekî welê nîne. Ewlekariya kar a karkeran jî nîne. Baca ku hûn didin, ji baca karsazên mezin dide, gelekî zêdetir e. Hûn li Tirkiyeyê baca herî zêde didin. Ev der welatekî bi vî rengî ye." Demîrtaş anî ziman ku herî baş karker dikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin û got, "Eger karkerek rabe 6 mehan weke Serokwezîr welêt bi rê ve bibe, wê rewşa welêt sererast bibe. Eger bi vî maeşî dikare malê bi rê ve bibe, hingî dikare welêt jî îdare bike. Xuyaye ku gelekî baş ji aboriyê fêm dike."
'SEROKWEZÎRÊ KU NEKEVE ÎNŞEATÊ WÊ ÇAWA BIBE SEROKWEZÎR'
Yek ji karkeran bersiv da gotinên Demîrtaş û got, "Wellehî ez ê baştir vî welatî bi rê ve bibin. Gravatê dixin stûyê xwe û hewl didin welêt bi rê ve bibin. Kesekî ku zehmetiyan nekişîne, wê çawa welêt bi rê ve bibe". Karker bal kişand ser kombûnên Erdogan ên bi keyayan re û got, "Carekê rabe biçe înşeatê. Na, diçe cihê dewlemendan. Serokwezîrekî ku nekeve înşeatê wê çawa bibe serokwezîr."
KARKER PÊŞNIYARA KAR LI DEMÎRTAŞ KIR
Demîrtaş di sohbet ê de got, "Di dema xwendina dibistana navîn û lîseyê de min, karê tesîsta avê kir". Li ser vê yekê karkerekî pêşniyara kar li Demîrtaş kir û got, "Werin cem me, pêwîstiya me jî bi karkerekî mîna te heye." Demîrtaş jî got, "Bila hilbijartinên 1'ê Mijdarê biqedin, em vê desthilatdariyê bixînin, dûre ez ê pêşniyara we binirxînin. Pêkan e."