‘Tevgera Azadiya Kurd nûnertiya xeta Huseyîn dike'

Li Parîsê aktîvîteya aşûreyê hate lidarxistin. Di axaftinan de banga xwerêxistinkirin û xwerêveberiyê li Elewiyan hat kirin.

Li Parîsê aktîvîteya aşûreyê hate lidarxistin. Di axaftinên aktîvîteyê de banga xwerêxistinkirin û xwerêveberiyê li Elewiyan hat kirin.

Li paytexta Fransa, Parîsê li Dergaha Pîr Sûltan bi wesîleya rojiya Mûharremê aktîvîteya aşûreyê hat lidarxistin.

Di aktîvîteya ku bi sedan kes tevlî bibû, ser navê FEDA Îrfan Dayioglu û Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav axivîn.

'PÊWÎST E ELEWÎ XWERÊXISTIN Û XWERÊVEBERIYÊN XWE PÊK BÎNIN'

Dayioglû di axaftina xwe behsa bûyera Kerbelayê kir û got: “Kerbela di roja me de jî didome.” Dayioglû wiha axivî: “Îro neviyên Yezîd li aliyê zaliman mezlûman qetil dike, kesên xeta Huseyîn diparêzin di refên mezlûman de berxwedana xwe didomînin. Îro Tevgera Azadiya Kurd nûnertiya xeta Huseyîn dike”. Herî dawî Dayioglû bang li Elewiyan kir ku xwerêxistin û xwerêveberiyên xwe pêk bînin.

'KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ DIDOME'

Kav jî wiha got:  “Kerbela ne şînek e, di heman demê de berxwedanek e. Ev kevneşopiya berxwedanê û sekna Huseyînî geh li gîrtîgehan, geh li qadan, geh li çiyayan di şexsê şervanên azadiyê de didome.”

Piştî Rêvebera Dergahê Meryem Deprem dûaya aşûreyê kir, aşûre li kesên amade hat belavkirin.