ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tahîr Elçî hat binçavkirin
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku ji ber di bernameyeke TV de got, "PKK ne rêxistineke terorê ye" der heqê wî de biryara girtinê hat derxistin, hat binçavkirin. -
PKAN ji Kurdên Anatoliya Navîn xwest dengê xwe bidin HDP'ê
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn da xuyakirin, ku HDP projeya aştî, biratî û demokrasiyê ye û bang li hilbijêran bi taybetî jî Kurdên Anatoliya Navîn kir, ku dengê xwe di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bidin HDP'ê. -
Li Evry û Melûnê ji bo HDP'ê seferberiya dengdayînê
Li bajarên Evry û Melûn ên li Parîsê wê dengê xwe bi kar bînin, xebatên ji bo birina hilbijêran li ser sindoqan, dewam dikin. -
Li 13 navendên Elmanyayê dengdayîn dewam dike
Li 13 navendên Elmanyayê dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dewam dike. -
Di doza Kaçeroglû de, şertê bi kontrol ê li ser bersûcê çû leşkeriyê hat rakirin!
Di doza Ekrem Kaçeroglû de, yek ji bersûcên bi sûcdariya "kuştina bi zanebûn" tên darizandin Kûbîlay Aktaş, ji ber ku diçe leşkeriyê, şertê kontrola edlî ya li ser hat rakirin. -
Malbata Mahmût Gazî Tatar kampa AFAD'ê nîşan da
Malbata Mahmût Gazî Tatar ê ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, weke yek ji navendên xebatên DAIŞ'ê kampa AFAD'ê ya li Semsûrê nîşan da. Malbatê diyar kir ku kurê wan ji aliyê xizmekî wan ê bi navê Abdulkadîr Gozukara ve tevlî DAIŞ'ê hatiye kirin. -
Serdozgerî: Yûnûs Emre Alagoz yek ji êrîşkaran e
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê komkujiya Enqereyê de daxuyaniyek da, diyar kir ku yek ji kesên komkujî pêk aniye, Yûnûs Emre Alagoz e. -
Der barê Serokê Baroya Amedê de biryara girtinê
2. Dadgeriya Sulh Ceza ya Bakirkoy, der barê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de biryara girtinê da. -
Di hunera Kurd de windahiya mezin...
Resamê Kurd ê li cîhanê bi nav û deng, Malva jiyana xwe ji dest da... -
Şehîdên Cotmehê û Enqereyê li Troîsdorf hatin bîranîn
Li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê şehîdên Cotmehê û Enqereyê hatin bîranîn. -
Ji bo danezana hilbijartinê ya HDP'ê biryara komkirinê
Dadgeha Sulh Ceza ya Agiriyê, der barê broşurên danezana HDP'ê ya hilbijartina 1'ê Mijdarê de biryara komkirinê girt. Dadgehê di biryara komkirinê de gotina "Xwerêveberî" hincet nîşan da. -
Rojnameya Sabah a nûçeya ‘qumarbaz’ a têkildarî namzetê AKP’ê weşandibû ji sîteya xwe rakir
Derket holê ku rojnameya Sabah a wek navgîna weşana Serokkomar Erdogan û AKP’ê tê pênasekirin, nûçeya ‘qumarbaz’ a namzetê AKP’ê yê parlamenteriyê yê Rêza Yekemîn Ataullah Hamîdî yê Hilbijartina 1’ê Mijdarê weşandibû ji sîteya xwe rakir. -
6 kesên komkujî protesto kirin hatin girtin!
Li Eskîşehîrê, ji kesên komkujiya li Enqereyê şermezar kirin 6 kes hatin girtin. -
Li Farqînê êrîş û berxwedan mezin dibe
Li Farqînê, terora dewletê û berxwedana gel mezin dibe. Kepçeyek ji bo dagirtina xendekan ji aliyê hêzên dewletê ve hat anîn, hat rûxandin. Hat îdîakirin ku 2 kesên di kepçeyê de jiyana xwe ji dest dane. Xweparastina gel jî bi hêz dibe. -
Gule danîn ber mala Bulbul ê HDP'yî yê di komkujiyê de birîndar bû
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Akhîsarê Bulbul ê ku di Komkujiya Enqereyê de birîndar bû, guleya çekê li ber mala xwe dît. -
A.D. ê tevlî perwerdeyên DAIŞ'ê bû: Li Semsûrê xebatên DAIŞ'ê dewam dikin
A.D. ê li Semsûrê tevlî perwerdeyên çeteyên DAIŞ'ê bû anî ziman, ku piştî komkujiya Enqereyê DAIŞ'ê briyar da xebatên xwe veşêre û got, "Lê belê xebatên xwe bi xurtî didomîne." -
Zîzek: Dixwazim biçim serdana Ocalan
Yek ji navdarên cîhana felsefeyê Slavoj Zîzek destnîşan kir, ku Kurd gelê herî pêşverû û demokratîk ê Rojhilata Navîn e. -
Li Manîsayê 14 kes hatin binçavkirin, li Amedê kesek hat girtin
Hikûmeta AKP'ê, bi nêzîkbûna hilbijartinên Giştî yên 1'ê Mijdarê re, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî şidand. Di serdegirtinên li malan de li Manîsayê 14 kes hatin binçavkirin. Li Amedê jî mertalekî zindî hat girtin. -
Ji kesên di komkujiyê de birîndar bûn pereyê 'xizmetê' tê girtin!
Ji mirovên di komkujiya li Enqereyê de birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan, pere hat xwestin. -
Dorpêçiya li Farqînê dewam dike
Li navçeya Amed Farqînê ku derketina derve hînê lê qedexe ye, tîmên taybet û polîsan careke din êrîşî gel kirin. -
Polîsê Rihayê hewl dide bi îşkenceyê kiryarê komkujiyê biafirîne
Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê, ku bi îşkencekirina siyasetmedarê Kurd Serhat Polatsoy ji aiyê kontrgerîla ve hewl da têkiliya wî bi komkujiya Enqereyê re deyne, vê carê ji bo kiryarê komkujiya Pirsûsê biafirîne îşkence li jineke ciwan kir. -
Hottînger: DAIŞ yekîneya îstîxbaratê ya Iraq û DYA ye
Pisporê Rojhilata Navîn ê xwedî tecrûbe Arnold Hottînger got, "DAIŞ rêxistinbûyîneke olî nîne. Yekîneyên îstîxbaratê yên Iraqa wê demê û DYA ne, ku kirasê olî li xwe kiriye û hewl dide bibe desthilatdar." -
Ji xwendekarên Kurd ên li Macarîstanê daxuyaniya çapemeniyê
Bi dehan kesên li paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê dijîn, ku piraniya wan xwendekarên zanîngehê ne, li dijî polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Di hefteya dawî de wê li Marsîlya û derdora wê ji bo HDP'ê seferberî hebe
Li gorî agahiyên ji aliyê Koordînasyona HDP'ê ya Başûrê Fransayê ve hatin dayîn, ji bo birin û anîna bi hezaran hilbijêrên HDP'yî ji Konsolosxaneya Marsîlyayê re, wê mîna seferberiyê hewldan bê kirin. -
Li Hollandayê, ji NCDK û HAK-DER'ê şeva ji bo HDP'ê
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo destekkirina HDP'ê dewam dikin. Li bajarê Hollanda Ûtrechtê, bi beşdariya Parlamenter Alî Haydar Konca şevek piştgiriyê hat lidarxistin.