Dayikên Şemiyê: Em ji torosên spî natirsin

Dayikên Şemiyê ji Galatasarayê bersiv dan daxuyaniya Serokwezîr Davûtoglû ya digot, "Eger AKP bikeve, wê torosên spî werin". Dayikan gotin, "Em ji torosên we natirsin".

Dayikên Şemiyê ji Galatasarayê bersiv dan daxuyaniya Serokwezîr Davûtoglû ya digot, "Eger AKP bikeve, wê torosên spî werin". Dayikan gotin, "Em ji torosên we natirsin".

Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya hefteya 552. de xizmên xwe yên bi torosên spî hatin revandin û windakirin bibîr xistin. 

Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Huseyîn Toraman hat pirsîn, ku di 27'ê Cotmeha 1991'ê de ji ber mala xwe bi torosa spî hat revandin û windakirin.

DAYIK TORAMAN: KURÊ MIN JI BO BINDESTAN TÊKOŞIYA

Dayik Hatîce Toraman ji Elmanyayê hat û tevlî çalakiya îro bû. Dayik Toraman got, "Kurê min ji bo bindestan, ji bo xizanan têkoşiya. Ti gunehekî wî tinebû."

Parêzera malbata Toraman Gulseren Yolerî jî li ser pêvajoya hiqûqî agahî da û ji bo dosyayên windahiyan bi bêcezatiyê neyê girtin, banga bilindkirina têkoşîna edaletê kir.

Di çalakiya îro de xizmên windahiyan Îkbal Eren, Hanim Tosûn, Alî Ocak, Mûzaffer Yedîgol û parlamenter Sezaî Temellî û Sezgîn Tanrikûlû peyivîn.

Xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren ji bo daxuyaniya Davûtoglû ya "torosên spî" diyar kir, ku berpirsyariya dewletê ya di windahiyan de careke din derketiye holê. Eren da xuyakirin ku bi awayekî sergirtî ço nîşanî wan didin û got, "Em natirsin."

'TOROSÊN SPÎ WÊ BIBIN KEFENÊ WE'

Hevsera Fehmî Tosûn Hanim Tosûn bi gotina "Eger em ji gefên we bitirsiyan, em ê nehatibûna van m eydanan" bersiv da Davûtgolû. Tosûn got, "Torosên spî wê bibin kefenê we".

Kekê Hasan Ocak Alî Ocak got, "Me torosên spî jî, komkujî ji bîr nekirine. Em ê nedin ji bîr kirin. Ne tenê windahiyên xwe, em ê Roboskî, Soma, Gezî, Pirsûs, Amed û Enqereyê jî nedin ji bîr kirin."

Kekê Nûrettîn Yedîgol Mûzaffer Yedîgol jî ji Davûtoglû re got, "Hemû agahiyên li ser windahiyan di arşîvên dewletê de ne. Arşîvan ji gel re vekin."

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû got, "Bi torosên spî re hûn êdî nikarin kesî bitirsînin. Lê belê hûn ê ji van meydanan bitirsin."

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sezaî Temellî, komkujiyên piştî 7'ê Hezîranê bibîr xist û got, "Xuyaye van komkujiyan têra wan nekiriye, niha radibin bi torosan gefê dixwin". Temellî got, "Berpirsyariya me ya herî mezin e ku heta ev hemû bi dawî bibin, hesap ji wan bipirsin."

Çalakiya rûniştinê, bi dayîna soza ji bo kombûna di hefteya 553. de bi dawî bû.

...