Li Polonyayê partiyên rastgir ji tûra duyemîn a hilbijartinê re man

Di tûra yekemîn a hilbijartinên serokatiya Polonyayê de namzedê rastgir ê aligirê Ewropayê Rafal Trzaskowski ji sedî 30,8’ê dengan girt û bi ferqeke biçûk pêş ket.

Trzaskowski şeva hilbijartinê bang li alîgirên xwe kir û got: ‘’Ev encam nîşan dide ku divê em gelekî bi hêz û bi biryar bin.’’ Her wiha rêjeya çûna ser sindoqan jî weke sedî 66,8’an hate eşkerekirin.

Tûra duyemîn wê di 1’ê Hezîranê de were lidarxistin û wê di navbera Trzaskowski û namzedê netewperest Karol Nawrocki de derbas bibe ku Karol Nawrocki di tûra yekemîn de ji sedî 29,3’ê dengan girtibû.

NAMZEDÊ NETEWPEREST HEYRANÊ TRUMP E

Karol Nawrocki serkeftina xwe pîroz kir û diyar kir ku ger ew di tûra duyemîn de bi ser keve wê nehêle koalîsyona aligirê Ewropayê desthilatdariyê bes di destê xwe de bigire. Nawrocki bi heyraniya xwe ya ji bo Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump û gotinên xwe yên netewperest tê naskirin.

RASTGIRÊN TUND WÊ ENCAMA HILBIJARTINAN DIYAR BIKIN

Wisa dixuye ku wê alîgirên Slawomir Mentzen encamên tûra duyemîn diyar bikin ku Slawomir Mentzen di hilbijartinan de di rêza sêyemîn de ye. Slawomir Mentzen ê ku ji sedî 15,4’ê dengan girtiye, bi helwesta xwe ya li dijî penaberan û kurtajê tê naskirin. Bi taybetî jî hedefgirtina penaberên Ûkraynî, bûbû sedem ku  di nava raya giştî de gelekî were rexnekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev hilbijartin ji aliyê têkiliyên Polonyayê yên li gel Ewropayê û rêgezên dewleta hiqûqê ve gelekî girîng e.