TKP/ML - TÎKKO: Li Dêrsimê 3 hevrêyên me şehîd ketin
TKP/ML-TÎKKO da xuyakirin ku di 21'ê Cotmehê de 3 gerîlayên van li navçeya Dêrsim Pulurê jiyana xwe ji dest dane.
TKP/ML-TÎKKO da xuyakirin ku di 21'ê Cotmehê de 3 gerîlayên van li navçeya Dêrsim Pulurê jiyana xwe ji dest dane.
TKP/ML-TÎKKO da xuyakirin ku di 21'ê Cotmehê de 3 gerîlayên van li navçeya Dêrsim Pulurê jiyana xwe ji dest dane.
TKP/ML-TÎKKO daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku roja 21'ê Cotmehê, di şerê li bejahiya gundê Şhaverdî yê navçeya Dêrsim Pulurê de 2 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane, gerîlayê wan ê bi navê Ozguç Yalçin ê bi birîndarî dîl hatiye girtin di 22'ê Cotmehê de hatiye qetilkirin.
Di daxuyaniya nivîskî de ev agahî hatin dayîn: "Roja 21'ê Cotmehê, li derdora gundê Şahverdî yê navçeya Dêrsim Pulurê, gerîlayên me yên TÎKKO bi tevgera hêzên dijmin ên dagirker hesiyane. Danê êvarê saet di 21:00 de di navbera gerîlayên me û hêzên dijmin de bi qasî saetekî şer qewimî. Di vî şerî de 2 hevrêyên me şehîd ketin û hevrêyekî me jî dîl hat girtin. Li hevrêyê me yê birîndar îşkenceya giran hat kirin û di sibeha 22'ê Cotmehê de hat qetilkirin. Helîkopterên Kobra gule li vê herêma şer reşandine. Di heman saetan de helîkopteran leşker danîne derdora gundên Arel û Çakmakli. Piştre hêza operasyonê xwe vekişandiye."
Di daxuyaniyê de li ser nasnameya gerîlayan ev agahî hat parvekirin:
"Hakan Çakir bi nasnav Yûrdal ê di sala 1986'an de li Gumuşhaneyê ji dayik bû, Cengîz Îçlî bi nasnav Unal ê di sala 1982'an de li Kayseriyê ji dayik bû û Ozguç Yalçin bi nasnav Sefkan ê di sala 1987'an de li Artvînê ji dayik bû."