HDP: Li Mersînê wekîltiya me ya duyemîn tê xespkirin

Li Mersînê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de AKP û CHP 4, MHP 2, HDP parlamenterek derxist.

HDP diyar kir ku li Mersînê parlementeriya wan a duyemîn tê xespkirin. Di jimartina dengên li Tarsûsê de ferqa di navbera HDP û CHP ku daket 28’an jî serlêdana ji bo Akdenîzê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya navçeyê ve nehat qebûlkirin. HDP wê serî li YSK’ê bide.

Li Mersînê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de AKP û CHP 4, MHP 2, HDP parlamenterek derxist. HDP’ê bi sedema ku CHP’ê 4’emîn parlamenterî bi 93 dengên zêdetir bi dest xist, îtîraz kiribû, lê pêşiya îtîraza wan hat birîn.

JI 93’YAN DAKET 30’Î

Ji ber îtîraza HDP’ê ya ji bo tevahî sindoqan hat redkirin, ji bo hin sindoqan serlêdan kir. Li gor vê di jimartina hin sindoqên li navçeya Toroslar ku hat tespîtkirin 63 dengên HDP’ê ne, ferqa di navbera HDP û CHP’ê de ji 93’yan daket 30 dengan. Li ser vê yekê HDP’ê ji bo sindoqên li Akdenîz û Tarsûs serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da. Di encama vê de serlêdana ji bo herêma duyemîn ya navçeya Akdenîz  û 99 sindoqên navçeya Tarsûs hatin qebûlkirin.

Bi vî awayî di jimartina dengên li navçeya Tarsûsê de ji HDP’ê re 4 ji CHP’ê re 2 ji AKP’ê 14 deng derketin. Bi vê jimartinê re ferqa dengên di navbera HDP û CHP daket 28 an.

LI AKDENÎZÊ DARBE

Pêşketinên ku rû dan girîngiya hin sindoqên li herêma duyemîn a navçeya Akdenîz zêde kir. Lê belê tevî ku Desteya Hilbijartinê ya Bajêr erê kir jî Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê bi biryareke skandal ji nû ve jimartina sindoqan red kir.

HDP BELGEYÊN DI DESTÊ ME DE XESPÊ PIŞTRAST DIKE

Rêxistina HDP’ê ya bajêr têkildarî mijarê li avahiya partiyê daxuyaniyek çapemeniyê da. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Selman Gunbat ê di civînê de axivî diyar kir ku tê xwestin duyemîn parlementeriya wan bê xespkirin û ev bi belgeyan îspat kirine Gunbat anî ziman ku tevî van hemû neheqiyan ji wê têkoşîna xwe pêş bixin,  dest ji têkoşîna ked demokrasiyê qet bernadin.