Li Serêkaniyê hejmara girtiyan gihîşt 8 kesan

Li navçeya Riha Serêkaniyê, ji 7 kesên berî 4 rojan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin Azîz Dûrsûn, Mûrat Kiliç, Mehmet Ortakçier û Orhan Bûlût ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li navçeya Riha Serêkaniyê, ji 7 kesên berî 4 rojan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin Azîz Dûrsûn, Mûrat Kiliç, Mehmet Ortakçier û Orhan Bûlût ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Tevî 3 kesên li emniyetê hat ragirtin û Hasan Aydin ê pêr li taxa Barişê di serdegirtina malê de hat binçavkirin, derxistin pêşberî dadgehê û hatin girtin. 4 kesên hatin girtin, li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê hatin bicihkirin.

Li aliyê din di serdegirtina malê ya danê vê sibehê de Rêveberê HDP'ê yê Navçeyê Serdar Firathat û bavê wî Abdulkadîr Firathan hatin binçavkirin. Bav û kurê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.