CPFE nûçeya AINA ya li ser îdîayên li dijî YPG'ê derewandin
Weqfa Siyasî ya Xiristiyanan a Ewropayê (CPFE) nûçeya Ajansa Nûçeyan a Asûrî ya Navneteweyî (AINA) ya li ser îdîayên li dijî YPG'ê derewandin.
Weqfa Siyasî ya Xiristiyanan a Ewropayê (CPFE) nûçeya Ajansa Nûçeyan a Asûrî ya Navneteweyî (AINA) ya li ser îdîayên li dijî YPG'ê derewandin.
AINA di 2'ê Mijdarê de di nûçeyeke xwe de îdîa kiribû ku 16 rêxistinên Asûrî û Ermenî bi daxuyaniyeke hevpar hêzên YPG'ê bi 'binpêkirina mafên mirovan, xespkirina mulkiyeta taybet, bi awayekî derveyî qanûnî girtina leşkeriyê û destwerdana li mufreata dibistanan" sûcdar kirine.
Weqfa Siyasî ya Xiristiyanan a Ewropayê (CPFE) ku weke saziya siyasî ya Tevgera Siyasî ya Xiristiyanan a li Ewropayê tevdigere, li ser mijarê daxuyaniyek weşand û bersiv da îdîayên tên kirin.
CPFE, îdîaya ku di nûçeya AINA de dibêje 'Dibistana Seretayî ya Amal Asûrî ya li Hesekê ji aliyê hêzên Kurd ve hatiye desteserkirin' derewand û got, "Yên ku li pişt mesaja ji aliyê AINA ve hat weşandin disekinin, ew kesên ku dixwazin dibistana DAIŞ'ê ji rejîmê stendibû û ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin, careke din bidin rejîmê. Dibistan ji aliyê meclîsa Leşkerî ya Suryanî û YPG'ê v ji DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin. Ji berpirsyarê dibistanê re hat gotin ku dikare pewerdeyê bidomîne, lê belê dibistan wê careke din radestî Esad neyê kirin. Sedema vê yekê jî; rejîm dixwaze hêzên leşkerî li vê dibistana ku li cihekî stratejîk e bi cih bike. Hêzên rejîmê yên nikarîbû li hemberî DAIŞ'ê vê dibistanê biparêzin, di rewşeke ku mirov jê bawer bike de, nînin."
Li ser îdîaya 'YPG dest datîne ser mulkiyeta koçberan a hatiye terikandin' CPFE diyar kir ku li holê qanûneke cemawerîkirinê ya derbasdar nîne û got, "Der barê mulkiyeta ji ber koçberiyê hatine terikandin de, pêşniyara li Meclîsa Amûdê hat qebûlkirin, xizmên di asta yekemîn û duyemîn de li vê mulkiyetê bi cih nake. Lê belê ev pêşniyar ji aliyê hikûmetê ve nehat qebûlkirin."
Li ser kuştina fermandarê parêzvanên gundê Asûrî yê Xabûrê Davîd Jendo ji aliyê YPG'ê ve, Weqfê ragihand ku yên Jendo kuştine bi 12 heta 20 salan cezayê girtîgehê hatine cezakirin.
Der barê îdîayên li ser 'YPG li herêmê rê li ber aciziyê vedike' de CPFE got, "Li hemberî mufredata perwerdeyê, ku yekemcar zimanê Aramî di dibistanên cemaweriyê de hîn dike, nayê fêmkirin bê çima xiristiyanên Suryanî li dij bin."
Yek ji sûcdariyeke din a ku di nûçeyê de li YPG'ê dihat kirin 'dayîna baca taybet' bû. Weqfê bersiv da vê sûcdariyê jî got, "Yên ku navên xwe di nûçeya AINA de derbas dibin, bexş û baca ji bo rejîma Esad 'rewa' dibînin. Ev yek bi tena serê xwe nîşan didin ku ev derdorên han destekdarên rejîma Esad in."
Ji bo îdîaya li ser 'zexta Kurdan a li Suryaniyan' CPFE got, "Eger Xiristiyanên Suryanî rastî zexta cîranên xwe yên Kurd tên, wê demê çima bi hev re li dijî DAIŞ'e şer dikin? Eger ev îdîa rast be, çima weke Partiya Yekîtiya Suryanî di nava rêveberiya vê herêmê de cih digirin?"
Weqfê destnîşan kir ku nûçeya AINA, bi tenê mesajek alîgirê Esad e.