Gelê Wane wê sibe ji bo ‘Ocalan’ bimeşe
Ji ber doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sibe li Atînayê pêk tê, gelê Wanê wê sibe derkeve qadan û komployê protesto bike.
Ji ber doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sibe li Atînayê pêk tê, gelê Wanê wê sibe derkeve qadan û komployê protesto bike.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Munîr Aras ê têkildarî meşa li Wanê agahî da, ji bo tevlîbûna meşê bang li gel kir.
Doza têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sibe 9’ê Mijdarê li Atînayê pêk bê, ji bo meş û daxuyaniya çapemeniyê ya wê sibe li Wanê pêk bê li avahiya DBP’a Bajêr a Wanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokê Rêxistina DBP’a Wanê Munîr Aral, rêveberên TUYAD-DER a Wanê û yên Rêxistina DBP’ê amade bûn.
Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Munir Aras diyar kir ku doza 9’ê Mijdarê ne ji bo Ocalan tenê ye, doza gelê Kurd e. Aras destnîşan kir ku hem ji bo protestokirina komployê hem jî piştgiriya Ocalan wê sibe li qadan bin. Aras wiha berdewam kir: “Ev doz di şexsê Ocalan de doza azadiya gelê Kurd e. Tevî ku 17 sal bihurî jî li ser Birêz Ocalan komplo û tecrîd didomin. Birêz Ocalan 17 sal in di hucreyekê de tê girtin. Me ev ti carî qebûl nekir, em qebûl jî nakin. Em wek gelê Kurd giliyê tevahî welatên di vê komployê de para wan hene dikin. Ji ber rûniştina sibehê, em ê meşekê û daxuyaniyek çapemeniyê li dar bixin. Em bang li tevahî gelê xwe dikin bila hişyar bin û saet 12.00’an li Terqarêya 2 Nîsanê kom bibin.”