Scheffer: Tevgera Kurd li dijî sîstema kapîtalîst alternatîfa yekane ye

Endama Heyeta Swîsreyê ya ji bo çavdêriyê çû Şirnexê Sûssane Scheffer destnîşan kir, ku Tevgera Kurd li dijî sîstema kapîtalîst yekane tevgera alternatîf e.

Ji gelek welatên Ewropayê saziyên mafên mirovan ji bo şopandina hilbijartinên 1'ê Mijdarê şande şandin Tirkiyeyê. Endamên şandeya Swîsreyê ku ji doktor, parêzer, çavdêrên mafên mirovan, zanyarên siyasetê û hemşîreyan pêk dihat, hilbijartinên 1'ê Mijdarê li Şirnexê şopandin. Endama vê şandeyê Sûssane Scheffer a ku çû navçeya Şirnex Qilabanê, da zanîn ku gelê Kurd di nava zext û şîdeta AKP'ê de dengê xwe bi kar aniye.

SCHEFFER: HEWL HAT DAYÎN KU DI NAVA DEMOKRASIYA TINEYE DE HILBIJARTIN BÊ KIRIN

Endamên şandeyê, ji bo lêkolînan bike danê sibehê li dibistanên Qilabanê geriya û li rawestgeha xwe ya dawî li dibistana seretayî ya Cûmhûriyetê li astengiya polîsan aliqîn. Scheffer diyar kir ku her çend wan ragihandine ku ew endamên şandeyê ne jî rastî astengiyê hatine û got, "Pêkanîna em lê rast hatin, li dijî demokrasiyê ye. Di nava demokrasiyeke tineye de hewl hat dayîn ku hilbijartinek bê kirin."

ENCAMA JI SEDÎ 10'AN LI HEMBERÎ ZEXTA LEŞKERÎ Û DEWLETÊ SERKETINEKE GELEKÎ BAŞ E

Scheffer ragihand ku ew di biistanan de rastî gelek polîs û leşkeran hatin û got, "Erka polîsan nîne ku bikevin hundirê avahiyên dengdayînê." Scheffer bal kişand ser girtin, zext û şîdeta di navbera hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de hatin kirin û got, "Dema mirov bi rastî dinirxînin, encama ji sedî 10'an a HDP'ê bi dest xistiye, li hemberî zexta leşkerî û dewletê serketineke gelekî baş e."

SCHEFFER: GELÊ KURD XEYALA CIVAKEKE AZAD TINE NEKIR

Scheffer da xuyakirin, ku li gorî lêkolînên xwe, wan tespît kirine ku di nava sê mehên dawî de 400 hezar leşkerên Tirk ji Kurdistanê re hatine şandin û got, "Li ti devera cîhanê me tiştekî bi vî rengî nedîtin." Scheffer ragihand ku vê zexta polîs, leşker û dewletê bandor li dengdayîna gel kiriye û got, "Gelê Kurd, xeyala civakeke azad ti nekir, tevî her tiştî jî dengê xwe bi kar anî." Scheffer da zanîn ku pêkanînên di dema hilbijartinê de hatine kirin li dijî hiqûqa navneteweyî ne û destnÎşan kir ku divê saziyên navneteweyî li hemberî vê bêdeng nemînin.

'JI BO MIN TEVGERA KURD, LI DIJÎ SÎSTEMA KAPÎTALÎST YEKANE TEVGERA ALTERNATÎF E'

Scheffer di dewama axaftina xwe de got, "Ji bo min Tevgera Kurd, li dijî sîstema kapîtalîst yekane alternatîf e" û destnîşan kir ku ji her alî ve Tevgera Kurd xwedî paradîgmayeke azadîparêz û demokratîk e, tevahiya cîhan dikare ji vê paradîgmayê sûdê werbigire.

Scheffer bal kişand ser dijberiya gelek dewletan a li hemberî vê tevgerê û got, "Dizanin ku Tevgera Kurd dixwaze sîstemeke civakî ya cuda ava bike. Ji ber ku dizanin ev sîstema dixwaze ava bike civakeke polîtîk a exlaqî ye û li hemberî modernîteya kapîtalîst, xwedî paradîgmaya civaka azadîparêz a demokratîk ekolojîk zayendîparêz e, hêzên kapîtalîst û emperyalîst li dij derdikevin." Scheffer anî ziman ku ew di heman demê de jineke femînîst e û got, "Dewletê kapîtalîst naxwazin jin di nava civakê de xurt bibin. Dixwazin bêdeng bikin û bikin kole."

'DIVÊ HER KES HIŞYAR BIBE Û BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Scheffer bang li tevgerên çep û femînîst ên li Ewropayê kir û got, "Divê her kes hişyar be û bikeve nava tevgerê." Scheffer ragihand ku li Kurdistanê polîtîkayên şer tên meşandin û got, "Ji bo Tevgera Kurd û gelê li wir banga min ew e, ku hemû hêzên çep û şoreşger alîkariyê bidin gelê li wir û di nava berxwedanê de cih bigirin."

...