Rûniştina destpêkê ya Tahîr Elçî di 19'ê Nîsanê de ye
Rûniştina destpêkê ya doza li hemberî parêzer Elçî ji ber gotina 'PKK ne rêxistina terorê ye' hat vekirin, wê di 19'ê Nîsanê de li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê were dîtin.

Derbarê doza Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ya ji ber gotina "PKK ne rêxistina terorê ye" hatibû vekirin de, Baroya Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Baroya Amedê, bibîrxist ku gilînameya li hemberî Elçî ya bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" kiriye hatibû amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Giran a 2. a Bakirkoyê ve hate qebûl kirin.
Baroyê da zanîn ku rûniştina destpêkê ya dozê wê di 19'ê Nîsanê de li Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê were dîtin.
Baroyê her wiha da zanîn ku tevî rûniştin di 19'ê Nîsanê de ye jî, dadgehê ferman ji Dadgeha Ceza ya Giran a 5. a Amedê re şandiye ku parastina Elçî were girtin û dadgehê jî ji bo vê dîroka 16'ê Mijdarê diyar kiriye.