Li dijî faşîzma AKP'ê divê çi çawa bê kirin?
Siyasetmedarên HDP, ESP, ODP û CHP'ê li dijî faşîzma AKP'ê yekîtî pêşniyar kirin. Siyasetmedaran diyar kirin ku divê ev yekîtî bi mûxalefeteke tund were afirandin.
Siyasetmedarên HDP, ESP, ODP û CHP'ê li dijî faşîzma AKP'ê yekîtî pêşniyar kirin. Siyasetmedaran diyar kirin ku divê ev yekîtî bi mûxalefeteke tund were afirandin.
AKP, ji dema hat ser desthilatdariyê û pê ve, piştî salên 90'î yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, careke din faşîzm nîşanî me da. Piştî her hilbijartinê, li şûna afirandina çandeke demokratîk, pêkanînên antî-demokratîk derxist asta terora dewletê. Paralelî temambûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê, li bajarên Kurdistanê her roj zarokek, ciwanek qetil kir.
Tevgera Azadiyê ya Kurd, piştî hilbijartinê bang li hêzên demokrasiyê kir, ku li dijî faşîzma AKP'ê têkoşînê xurt bikin û mûxalefeteke demokratîk bihûnin.
Me jî xwest, bersivê ji pirsa 'Li dijî faşîzma AKP'ê divê çi çawa bê kirin?' bibîne. Ev dosya me ya li ser rê û rêbaza birêxistinkirina mûxalefeta demokratîk wê sê rojan dewam bike. Me ev pirs di destpêkê de li siyasetmedarên HDP, ESP, ODP û CHP'ê kir.
ONDER: JI GOTINÊ BÊHTIR KAR GIRÎNG E
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, weke şertê birêxistinkirina mûxalefeta demokratîk destnîşan kir, ku divê mûxalefet ji gotinên xwe bêhtir karê xwe demokratîk bike.
Onder anî ziman ku dema tecrûbeyên HDK, HDP û KCD ên Tevgera Azadiyê yên Kurd bên nrixandin, wê were dîtin ku xebatên van, ji bo diyarkirina naveroka mûxalefeta demokratîk hatine destnîşankirin û got, "Forma rêxistinbûyînê, ji aliyê cihê ku ew di nava demokrasiyê de lê bicih bibe ve, ji bo desthilatdariyan bikişîne nava perspektîfa demokratîk, gelekî bi bandor e."
'PÊWÎSTE MEDYA Û QADA CEMAWERIYÊ BÊN BIRÊXISTINKIRIN'
Onder da xuyakirin, ku ji bo demokratîkbûyînê pêwîste hem medya hem jî qada cemaweriyê baş werin birêxistinkirin û got, "ji aliyekî ve sansûr dest û lingên me girê dide; me ji bandora li ser encamên hilbijartinê dît ku saziyên medyayê dema weke agûrên îdeolojîk ên dewletê tevbigerin, dikarin rê li ber çi vekin."
Onder diyar kir ku nîqaşa li ser pêşîgirtina faşîzmê xwedî gelek bersivan e û destnîşan kir, ku divê li hemberî her rêbazeke zextê ya faşîzmê bi berxwedanên afirîner re bersiv bê dayîn.
Onder anî ziman ku bi encamên hilbijartinên Hezîranê û Mijdarê re derket holê ku HDP weke hêzeke bingehîn a çareseriya pirsgirêka Kurd û mûxalefeta girseyî ji aliyê gel ve hatiye îlankirin û got, "Eger HDP vê sekna xwe ya xweser û bi pîvan bidomîne, wê zorê bide faşîzmê.
ÛLÛSOY: PÊWÎSTÎ BI JI NÛ VE RÊXISTINÛYÎNÊ HEYE
Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Sûltan Ûlûsoy da zanîn, ku AKP bi desteka deng a hilbijartinên 1'ê Mijdarê re hewl dide faşîzmê zexm bike û eniya şer a li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd xurt bike.
Ûlûsoy got, "li hemberî faşîzm û dîktatoriya AKP û Qesrê ya îro li Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin, meşandina berxwedaneke yekbûyî mecbûriyeteke. Mûxalefeta demokratîk îro di asta tê xwestin de hem xwe birêxistin nekiriye, hem jî têkoşînê bi nêrîna qelskirina dîktatoriya Qesrê nameşîne. Lewma girîng e dînamîkên têkoşîna demokratîk li gorî vê yekê xwe ji nû ve bên birêxistinkirin."
'HEWCE YE HEMÛ DERDORÊN PÊŞVE RÛ TEVLÎ BIBIN'
Der barê rê û rêbazên ji nû ve rêxistinbûyînê de Ûlûsoy got, "Rêxistinbûyînên mîna yekîtî, platform û blokan ên di astên cuda de hatine avakirin, girîng e li gorî pêwîstiyên demê xwe ji nû ve birêxistin bikin. Yanî bi awayê herî berfireh divê hêzên demokrasî, azadî û aştiyê werin cem hev û li gorî planeke şênber a çalakiyê pêvajoya dema pêş bi rê ve bibin. Li navçe û xana, komeleyên herêmî, navendên çandê, rûspiyên herêmî yên gel, divê tevlî vê rêxistinbûyînê bên kirin. Li dijî eniya şer, afirandina eniya aştî û demokrasiyê ya herî rast e. Divê Tevgera Hezîranê, Malên Gel û Konfederasyon, hemû hêzên demokratîk û pêşevrû tevlî vê bê kirin. Ji bo berfirehkirina eniya demokratîk û xurtkirina wê, partiya me wê bi berpirsyarî rabe."
Ûlûsoy da xuyakirin, ku divê 5 mîlyon dengên HDP'ê bi dest xistine biçûk neyên dîtin û destnîşan kir, ku girîng e ev girseya di nava şer û zilmê de tercîha xwe kiriye, bi xurtî bê birêxistinkirin.
TAŞ: TEVGERA HEZÎRANÊ ZEMÎNEKE GIRÎNG E
Hevserokê Giştî yê Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) Alper Taş di wê baweriyê de ye ku li Tirkiyeyê dînamîkeke berfireh a mûxalefetê heye. Taş, Tevgera Kurd û civaka Kurd a rêxistinbûyî weke hêza herî berxwedêr a li hemberî faşîzma AK'ê dibîne û got, "Lê belê sînorên vê li pêş çavan e. Bi taybetî derdoreke berfireh a gel li rojavayê welêt nerêxistinbûyî ne." Taş ragihand ku meseleya bingehîn a li Tirkiykeyê veguherandina meyla berxwedêr li mûxalefeteke gel e û got, "Tevgera Hezîranê di vî warî de zemîneke girÎng e ku divê were xurtkirin."
'LI HEV KOM BÛN TÊRÊ NAKE'
Taş diyar kir ku li hemberî rêveçûna faşîst, divê hemû derdorên mûxalefetê piştgiriyê bidin hev, zemîneke têkoşînê ya hevpar a ku koordînasyona kolanê bike were avakirin û got, "Lê belê divê e mijarê bi tenê weke 'eger em li hev kom bibin em ê pêla faşîst beralî bikin' nenirxînin. Mesele bêhtir kûr e. Divê rê (Meclîsên) ku li nava civakê hebûna çepgiriyê xurt bike, têkiliya bi gel re bi pêş bixîne û perspektîfa damezrîner a siberojê îro biafirîne, werin destnîşankirin."
Taş ragihand ku ya divê were kirin, afirandina tevgereke berxwedanê ya yekbûyî ye û got, "Pêwîste em ji cîhana xwe ya bi sînor derkevin û berê xwe bdiin cîhanên din jî. Divê em amûr, ziman, rêbaza xwe ya xebatê û rêxistinbûyîna xwe li ser vê bingehê nû bikin."
ALTIOK: PÎVAN, BAWERÎ, HÊVÎ Û PIŞTGIRÎ
Parlamentera Partiya Gel a Komarger (CHP) a Îzmîrê Zeynep Altiok Akatli di destpêka axaftina xwe de gotina 'Desthilatdarî li her derê ye, berxwedan jî' ya Mîchel Foûcaûlt bibîr xist.
Altiok Akatli diyar kir ku demeke nû destpê kiriye û hêdî hêdî ew bi vê rastiyê re li rû hev tên û got, "Li pêşberî me blokek ji 317 parlamenteran a ji rêjeya ji sedî 49'an, heye. Ev blok bûye dewlet bi xwe. Kar ewçend hesan nîne."
Altiok Akatli bi hêviya ku dikare pêşî li xeteriyê bê girtin got, "Ya ku me dike em, yanî ya ku çepgiriyê dike çep, azadîparêziyê dike azadîparêzî, pêşverûtiyê dike pêşverû, rehên herî girîng ên jiyanî yên vê yekê; pîvan, bawerî, hêvî û piştgiriya hev e. Em ê ji vê derê bimeşin."
'PÊWÎSTÎ BI XETEKE BERXWEDANÊ YA BÊHTIR TUND HEYE'
Altiok Akatli, ji bo beralîkirina faşîzma AKP'ê bal kişand ser girîngiya li hev kom bûnê û got, "Desthilatdarî li her derê ye, zalim û tund e. Ji aliyê her kesî ve tê dîtin, ku wê bêhtir tund bibe. Êdî li Tirkiyeyê krîzeke cidî ya rejîmê heye."
Altiok da xuyakirin ku divê hêzên çep, sosyal demokrat, komarger, laîk, sosyalîst, Kurd, Elewî, ciwan, karker û girseyên kedkar ên berfireh, pêşeroja welêt û gel bêhtir bi tundî li dijî şîdeta desthilatdariyê biparêzin û ji bo vê yekê xeta bexwedanê bihûnin. Altiok got, "Divê em bi wêrekî hem li parlamentê hem jî li kolanan bi heman xetê xwe birêxistin bikin."
SIBE: Prof. Dr. Gazî Çaglar, Prof. Dr. E. Ahmet Tonak, Dr. Erdem Yoruk, Doç. Dr. Siyaveş Azerî