Şehîdên Pirsûsê li Stûttgartê hatin bîranîn
Rêxistina Ciwanan Yoûng Strûggle, ji bo bîranîna Şehîdên Pirsûsê, çalakiyek lidar xist.
Rêxistina Ciwanan Yoûng Strûggle, ji bo bîranîna Şehîdên Pirsûsê, çalakiyek lidar xist.
Rêxistina Ciwanan Yoûng Strûggle, ji bo bîranîna Şehîdên Pirsûsê, çalakiyek lidar xist.
Şeva bîranînê li Stûttgart Lîederhalleyê di 8'ê Mijdarê roja Yekşemê de pêk hat. Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonek taybet destpê kir.
'ŞEHÎDÊN ME BANGA ŞOREŞÊ LI ME DIKIN!'
Di axaftinên li merasîmê de hat gotin, "Me Kobanê bi hev re parast. Ji Ewropayê, ji bo ji nû ve avakirinê em ê ya ji destê me tê bikin. Ji Ewropayê heta Gezî û Rojava, şehîdên me banga şoreşê li me dikin."
Piştî axaftinan hunermend Kendal Manîs bi sirûda xwe ya li ser Rojava û stranên xwe yên din derket pêşberî beşdaran.
OK: ME XWEST CIWANAN BIGIHÎNIN ŞOREŞA KURDISTANÊ
Nûnerê SGDF Ûgûr Ok jî got, "Em ne tenê ji bo çêkirina daristana bîranînê, parka zarokan û pirtûkxaneyê çûn Kobanê. Ji bo Gezî û Kobanê bigihînin hev, ji bo ji şoreşa yekbûyî ya Kurdistan û Tirkiyeyê re bibin pirek, ji bo xelekê lê zêde bikin, em çûn. Me xwest xwe bigihînin şoreşê, me xwest ciwanan bigihînin Şoreşa Kurdistanê. Lê taliyê em rastî komkujiyeke namerdî hatin. Hat xwestin ku nifşekî sosyalîst bê tinekirin. Lê belê gelên me şehîd xistin hembêza xwe. Ew li kolanan pêşwazî kirin. Mînakeke mezin a piştgiriyê nîşan da. Hevalên me yên birîndar û sax mayî, li ser piyan ev êrîş pêşwazî kirin. Ne konsepta şerê qirêt ê rejîma AKP'ê, ne jî komkujiya Enqereyê karîbû vê têkoşînê bi rûmet asteng bikin."
BAV BÛDAK: WEKE BAVÊ ŞEHÎDEKÎ EZ DIKENIM
Bavê Vatan Bûdak ê li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da Mûrat Bûdak jî got, "Ji ber komkujiya li Pirsûsê ya ji aliyê gladyoya Qesrê, MÎT û AKP'ê ve hat kirin, êşa me mezin û teze ye. Lê belê hêrsa me jî mezin dibe. Di demeke ku êşa me di dilê me de hînê gelekî teze bû de qesr û AKP ên kujer, li Cizîr, Silopiya û Enqereyê kevokên aştiyê qetil kirin. Eger dibêjin bi qetilkirinê re wê me biqedînin, hingî xwe dixapînin. Vaye em li vir bi serbilindî li ser piyan e. Weke bavê şehîdekî ez dikenim. Ji ber ku dizanim ken hêzê dide dostên min û tirsê dixe dilê dijminên min. Em ê ala ku şehîdên me ji me re hiştine bi serbilindî bilind bikin."
Dûre hunermendê Dêrsimêı Erdogan Emîr derket ser dikê û hunera xwe ya bi Zazakî pêşkêş kr.
Serokê AvEG-Konê Bakî Selçûk jî dûre axivî û destnîşan kir ku koçberên bindest ên li Ewropayê, parçyeke ji têkoşîna li Kurdistan û Tirkiyeyê ne.
Şeva bîranînê bi hunera koma rockê ya bi navê Escape The Sîstîm bi dawî bû.
Di şevê de ji bo birîndar û malbatên şehîdan stand hat dayîn û destek hat komkirin.