Doza Ocalan a li Atînayê ji bo 22'ê Sibatê hat taloqkirin / HAT NÛKIRIN
Rûniştina destpêkê ya doza li hemberî Yewnanîstanê, ku ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve di sala 2008'an de ji ber komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir, îro pêk hat.
DEVRÎM ARSLAN
ATÎNA / ANF
duşem, 9 sermawezê 2015, 11:18
Rûniştina destpêkê ya doza li hemberî Yewnanîstanê, ku ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve di sala 2008'an de ji ber komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir, îro pêk hat.
Rûniştina dozê ya li Dadgeha Îdareyê ya Atînayê destpê kir, li ser daxwaza hikûmetê ji bo 22'ê Sibata 2016'an hat taloqkirin. Heyeta Dadgehê bi hinceta ku doz ne lezgîn e, daxwaza hikûmetê ya taloqkirinê qebûl kir.
RACHÎOTÎ: ARMANCA DOZÊ AŞKERAKIRINA BÊHIQÛQIYA YEWNANÎSTANÊ YE
Ji parêzerên Ocalan Yîannîs Rachîotîs, li dû biryara taloqkirinê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rachîotîs diyar kir ku ev dadgeh dozeke tazmînatê ye, lê belê eger tazmînat bê qebûlkirin wê pere ne ji Ocalan re, ji saziyeke alîkariyê ya zarokan re bê dayîn.
Rachîotîs destnîşan kir ku doz ji bo tazmînatê nehatiye vekirin û anî ziman ku armanca wan aşkerakirina bêhiqûqiya Yewnanîstanê ye.
ÇÎÇEK: 22 SIBATÊ DEMEKE DÎROKÎ YE
Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Çîçek jî da xuyakirin ku 22'ê Sibatê roja ji nû ve dîtina dozê, demeke dîrokî ye. Çîçek anî ziman ku daxwaza parêzerên Ocalan ji nû ve hatiye taloqkirin û got, "Em ê bûyer û qewimînên li ser komployê bişopînin. Dirêjkirina wê adîl nîne. Em ê hem dozên li Tirkiyeyê hem jî yên li welatên din bişopînin." Çîçek da xuyakirin ku ew dixwazin komployê ronî bikin.
OCALAN: TALOQKIRINA DOZÊ JI BO MIROVAHIYÊ ŞERMEK E!
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî diyar kir ku ji rewşa heyî hikûmeta Syrîza jî berpirsyar e. Ocalan ragihand ku taloqkirina dozê ji bo mirovahiyê şermek e û got, "Ji ronîkirina dozê, hikûmeta Yewnan berpirsyar e."
Dîlek Ocalan da zanîn ku girtina Ocalan bi awayekî bêhiqûqî, şerma mirovahiyê ye û destnîşan kir, ku divê ev pêvajo bêhtir neyê dirêjkirin.