Kongreya HDP’ê meha Çile kom dibe
HDP’a wê meha Kanûnê konferansê li dar bixe, plan dike ku 17’ê Çileyê kongreya xwe li dar bixe.
HDP’a wê meha Kanûnê konferansê li dar bixe, plan dike ku 17’ê Çileyê kongreya xwe li dar bixe.
HDP’a wê meha Kanûnê konferansê li dar bixe, plan dike ku 17’ê Çileyê kongreya xwe li dar bixe.
HDP’ê piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê ku civînên hevserokên bajaran, Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveber a Navendî pêk anî, dîroka kongreyê diyar kir. HDP kongreya damezrîner jî di nav de 3. Kongreya xwe wê 17’ê Çileyê pêk bîne.
HDP’a li gor encamên ne fermî di 1’ê Mijdarê de ji sedî 10.7 deng wergirt û bi 59 parlamenterî ket Meclîsê, hefteya bihurî desteyên xwe yên têkildar kom kir û encamên hilbijartinê nirxand.
Desteya Rêveber a HDP’ê ya bi Hevserokên Bajaran re hat gel hev, paşê Meclîsa Partiyê kom kir.
DESTPÊKÊ KONFERANS PAŞÊ KONGRE
HDP, ji bo "HDP’yeke hê xurttir” wê meha Kanûnê konferansan li dar bixe. Encamên di konferansan de wê di konferansa navendî ya dawiya meha Kanûnê de bên nirxandin. Eger amadekariyên teknîkî bên temamkirin û salon bê dîtin wê HDP 17’ê Çile kongreya xwe li dar bixe. Çavlirê ye kongreya HDK’ê jî 16’ê Çileyê pêk bê.