Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan giran dibe

Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan 8 sal e di Zîndana Xoy a li Rojhilatê Kurdistanê de girtiye tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayê berdan.

Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan 8 sal e di Zîndana Xoy a li Rojhilatê Kurdistanê de girtiye tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayê berdan.

Celaliyan li zîndanê bi nexweşiya Tamîsk ketiye, nexweşiya wê ya gurçikan jî ku heye çavên wê jî êdî baş nabînin û nayê dermankirin.

Bijîşkan jê re gotine eger çavên wê neyên dermankirin ew ê ji ronahiya çavan bibe.

Hevdîtina Zeynep Celaliyan a bi malbata wê re jî bi awayekî kêfî û bêhiqûqî tê astengkirin.

Zeynep Celaliyan di sala 2007'an de li bajarê Kirmaşanê ji aliyê Îtlaatê ve hatibû girtin.