YPG: Arteşa Tirk êrîşî çeperên me dike

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşên li hember Rojava didomîne û vê sibehê jî êrîşî çeperên YPG’ê yên li Girê Spî kiriye.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşên li hember Rojava didomîne û vê sibehê jî  êrîşî çeperên YPG’ê yên li Girê Spî kiriye.

Navenda Çapemeniya YPG’ê ya têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku artêşa êrîşên 24’ê Cotmehê li hember çeperên YPG’ê yên li ser xeta sînorê Kobanê da destpêkirin didomîne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “8’ê Mijdarê (îro) saet di navbera 02.00-03.00’ê de artêşa Tirk li hember nuqteya Zeytûnan a li rojavayê Girê Spî bi çekên giran û yên A-4 êrîş pêk aniye.”