Li Kerboranê helîkopter herêmê rasterast bombe dikin

Li hemberî kulubeyên nobetê yên leşker û cerdevanan yên li ser rêya di navbera Bendava Ilisû û navçeya Kerboran a Mêrdînê de çalakiya bi roketan hate lidarxistin.

Piştî çalakiya bi roketan a li hember kulubeyên nobetê yên li ser rêya Kerboranê helîkopteran derdor bombe kirin.

Li  hemberî kulubeyên nobetê yên leşker û cerdevanan yên li ser rêya di navbera Bendava Ilisû û navçeya Kerboran a Mêrdînê de çalakiya bi roketan hate lidarxistin. Piştî çalakiyê pevçûn derketin. Li dû pevçûnê sê helîkopterên kobra sewqî herêmê hatin kirin. Helîkopterên ku hatin herêmê rasterast bombe dikin. Têkildarî pevçûnan der barê mirî û birîndaran de ku agahî nehatin wergirtin, tevgera li herêmê didome.

Têkildarî mijarê HPG’ê heya niha ti agahî nedaye.