Di 5'emîn rûniştina doza qetilkirina Musa Anter a li Dadgeha Cezayê Giran a 6'emîn a Enqereyê de jî ti encameke berbiçav derneket. Daxwaza ji nû ve guhdarkirina şahidan û girtina bersûcên negirtî ya parêzerên malbata Anter hate redkirin.
Rûniştina 5'emîn a doza Musa Anter a li Dadgeha Ceza ya Giran a 6'emîn a Enqereyê pêk hat. Kurê Musa Anter Dîcle Anter, parêzerê malbatê Selîm Okçûoglû û gelek parêzer tevlî rûniştinê bûn. Her wiha Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, bersûcê girtî sercerdevan Hamît Yildirim û Albay Savaş Gevrekçî jî li rûniştinê amade bûn.
Parêzerê malbata Anter Selîm Okçûoglû diyar kir ku doza Musa Anter yek ji dozên herî girîng a dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ye û got di dozê de heya niha ti pêşketin tine ye. Okçûoglû da zanîn ku saziyên dewlet naxwaze ev kuştin zelal bibe û got "Agahî û belgeyên têne xwestin naşînin. Dewlet heman dewlet e. Ji ber ku saziyên dewletê dibin asteng ev kuştin zelal nabe." Okçûoglû bi bîr xist ku beriya niha Mahmût Yildirim li Enqereyê hatiye binçavkirin û piştre serbest hatiye berdan lê qeyda wî nehatiye girtin. Okçûoglû daxwaz kir ku dadgeh îfadeya Yildirim bixwaze.
'HÊZÊN TARÎ Û AKP’Ê LI HEV KIR'
Okçûoglû bal kişand ser dozên dawî ku bi beraatê bi encam dibin, bersûcên ji JÎTEM'ê têne darizandin, beraat dikin û got "Hêzên tarî û hikûmeta îro li hev kirine." Okçûoglû daxwaz kir ku hevpeyvîna Abdulkadîr Aygan di rûniştina pêş de were guhdarkirin û wiha berdewam kir: "Me di rûniştina bihurî de daxwaz kir ku bersûc werin girtin. Lê meqamê îdîayê dibêje em tiştekî wiha nikarin daxwaz bikin. Em aliyê mexdûr in, bêguman mafê me heye."
Ji parêzerên malbata Anter Oya Aydin jî daxwaz kir ku di rûniştina pêş de Savaş Gevrekçî were guhdarkirin.
Parêzerê Savaş Gevrekçî Hîkmet İşler jî îdîa kir ku muwekkîlê wî bi tesadufî li Amedê bûye û ti eleqeya wî bi bûyerê tine ye.
Parêzerê bersûcê girtî Hamît Yildirim, Bîlal Altûg jî bal kişand ser hevpeyvîna Abdulkadîr Aygan a bi Abdûlkadîr Şîmşek a Rojnameya Sabahê û xwest ku hevpeyvînên wî yên berê li ber çav neyê girtin. Altûg her wiha nûçeya ajansa DÎHA'yê jî hedef nîşan da û îdîa kir ku Aygan bi tehdîda PKK'ê hevpeyvîn daye ajansê.
Heyeta dadgehê, biryar da ku rewşa girtî ya bersûc Hamît Yildirim berdewam bike û daxwaza girtina Savaş Gevrekçî jî red kir. Heyetê her wiha diyar kir ku ew ê daxwaza guhdarkirina Orhan Mîroglu û nûçegihanê Rojnameya Sabahê Abdulkadîr Şîmşek jî binirxîne. Heyeta dadgehê her wiha daxwaza ji nû ve guhdarkirina şahidan red kir. Heyetê doz taloqî 11-12'ê Qanûnê kir.