Nasnameya 4 şervanan hat aşkerakirin
Nasnameya 4 ‘şehîdên’ YPG’ê yên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk di operasyona herêma Holê de jiyana xwe ji dest dan, hat aşkerakirin.

Bi serenava ‘Jiyana Azad berhema xwîna şehîdan e’ Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek da raya giştî û tê de nasnameya çar ‘şehîdên’ xwe yên di operasyona herêma Holê ya li başûrê Hesekê de jiyana xwe jidest dane, aşkera kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Berxwedana Yekîneyên me yên di nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de cihê xwe digirin berdewam e. Hêzên Sûriyeya Demokraîtk her saet pêşve diçin û çeteyan têk dibin. Ev hêz xakê ji gemara çeteyan rizgar dikin.
Di nava vê operasyonê de serketiyên mezin her û her tên bidestxistin û gel êdî dikare nefeseke nû bikşîne. Êdî gelê herêmê ji hovîtiya çeteyan xilas dibe. Ev serketin bi saya şervanên leheng û qehreman hatine qezenckirin. Hevalên me Diyako, Merwan, Rustem û Xebat ji wan hevalên çeleng û fedakar bûn ku canê xwe feda kirine. Bi cesareteke pir mezin, di qada şer de cihê xwe girtin, herî dawî jî gihiştin şehadetê.
Em soza berxwedanê bi şehadeta van rêhevalên me re careke din nû dikin ku em ê şopdarê rêya wan bin heta ku em azadî û serketinê bi dest bixin.”
Nasnameyên her çar şehîdan wiha ne:
Nav û paşnav: Yusuf Babaî
Nasnav: Diyako Îlam
Navê Dayikê: Xaewar
Navê Bav: Senbh
Cihê jidayikbûnê: Îlam
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-Hol/4’ê Mijdara 2015’an
Nav û paşnav: Sadetîn Ozbahcecî
Nasnav: Merwan Derik
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Abdulrehman
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-Hol/4’ê Mijdara 2015’an
Nav û paşnav: Sabir Aybar
Nasnav: Rustem Zal
Navê Dayikê: Salîha
Navê Bav: Serheng
Cihê jidayikbûnê: Gever
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-Hol/5’ê Mijdara 2015’an
Nav û paşnav: Xebat Osman
Nasnav: Xebat Botan
Navê Dayikê: Şadiya
Navê Bav: Sedîq
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-Hol/5’ê Mijdara 2015’an