Terora dewletê ya li Kurdistanê li Stenbolê hat protestokirin

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, terora dewletê ya li Farqîn û tevayî Kurdistanê protesto kir.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, terora dewletê ya li Farqîn û tevayî Kurdistanê protesto kir. Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel a di çalakiyê de axivî got, “Eger AKP şer kûr bike wê di bin de bimîne.”

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên di serî de li Farqîn li tevayî Kurdistanê didomin li ber Lîseya Galatasaray daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Endamên Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û HDK’ê di daxuyaniya çapemeniyê de amade bûn.

Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel a di çalakiyê de axaftinek kir, bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê. Tûncel destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê dixwazin destûra bingehîn a 12’ê Îlonê bê guhertin, sîstemek yek zilam a Erdogan dixwaze, naxwazin.

Tûncel bi bîr xist ku AKP’ê encamên 7’ê Hezîranê qebûl nekir, bi vê jî îradeya gelan nas nekir. Tûncel diyar kir ku AKP’ê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî şer wek çareseriyê danî pêşiya gelên Tirkiyeyê. Tûncel anî ziman ku AKP’e şer û nîjadperestî kûrtir kiriye, piştî hilbijartinan jî kûrkirina şer domandiye. Tûncel bal kişand ser gotina ‘îstîkrar’ a AKP’ê berî hilbijartinên 1’ê Mijdarê pir bi kar dianî  û wiha berdewam kir: “Ji nû ve şer tê wateya bê îstîkrariyê. Hûn nikarin bi şer îstîkrarê bi dest bixin.”

Tuncel got ku endamên JITEM’ê yên li Cizîrê 21 kes qetil kirine ji aliyê AKP’ê pak hatine derxistin. Tûncel destnîşan kir ku wê nikaribin bi lêpirsîna Haci Lokman Bîrlîk ê piştî ji aliyê polîsan li Şirnexê hat qetilkirin, cenazeya wî pişt wesayîtek zirxî vekirin û bi erdê re kaş kirin, xwe pak bikin.

Tûncel bang li her kesî kir ku li hember komkujiyên Farqîn û Kurdistanê bibin yek û li ber xwe bidin.

...