Parlamentera Goran Elî got: "Dewleta Tirk ji ber ji fikrên Birêz Ocalan ditirse bi mehane tecrîdê pêk tîne.” Elî bang li her kesî kir ku li hember tecrîdê û êrîşên li dijî gelê Kurd nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Parlamentera Goran Perwa Elî, diyar kir ku dewleta Tirk li derveyî peymanên mafê mirovan û qanûnên navneteweyî li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdê pêk tîne. Elî anî ziman ku ev aşkera xespa mafekî ye û heta şîdet e.
'JI BER KU DIZANIN OCALAN ESAS TÊ GIRTIN'
Elî diyar kir ku di nav van bûyerên Kurdistan û Rojhilata Navîn de, dewleta Tirk nahêle Ocalan fikrên xwe parve bike, ji bo di vê pêvajoyê de têkiliyên bi PKK’ê re qut bike, tecrîdê bikar tîne. Elî wiha axivî: “Ev tecrîda, kesekî dîl hatiye girtin, mafên wî yên herî xwezayî jî bi rêbazên ne meşrû ve xesp kirine. Dewleta Tirk ji Ocalan, ji fikrên Ocalan ditirse. Ji ber ku dizane fikrên wî ji aliyê gelê Kurd, ji aliyê PKK’ê ve esas tê girtin. Ji ber vê jî bi giştî rêbazên derveyî hiqûqê tecrîdê bikar tîne.”
'PÊWÎST E HIKÛMETA BAŞÛR LI HEMBER ÊRÎŞAN XWEDÎ BERTEK BE'
Elî li hember êrîşên Bakurê Kurdistanê yên AKP’ê û komkujiyan bertek nîşan da, bang li gelê Kurd û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrîşan bê bertek nemînin.
Elî rewş wiha nirxand: “Pêwîst e em wek gel û siyaseta Başûrê Kurdistanê li hember van êrîşan xwedî bertek bin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê pêşmerge ji berxwedana Rojava re şand, kantonên Rojava nas kir, ev jî di wateya neteweyî de gavên bi wate bûn. Niha, li Bakurê Kurdistanê jî li hember komkujî û zextên AKP’ê yên li hember Kurdan jî pêwîst e bi heman şewazî bertek bên nîşandan. Ji ber ku êrîşên li Bakurê Kurdistanê pêş dikevin ne tenê gelê Bakur, tevahî Kurdan dike hedef.”
‘AKP’Ê ZEXT Û HÎLE BIKAR ANÎ’
Elî têkîldarî hilbijartinan got, “AKP’ê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bi zext û hîleyan encam girt” û wiha berdewam kir: “Ti kes nikare bêje hilbijartin di atmosferek demokratîk de derbas bû. Gelê Bakurê Kurdistanê li hember van êrîşan berxwedanek pir bi qîmet nîşan da. Ev êrîş û tecrîda li ser Ocalan, parçeyên heman konseptê ne û divê her kes li hemberî vê jî di têkoşîna hevpar de cihê xwe bigire.”