Anter: Kujerên Apê Mûsa diyar in!

Rûniştina doza qetilkirina Nivîskarê Kurd Mûsa Anter ê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat kuştin, wê li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. Dîcle Anter beriya dozê axivî û diyar kir ku kujerên Apê Mûsa diyar in.

Doza qetilkirina Nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat kuştin, wê li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. Kurê Apê Mûsa Dîcle Anter beriya dozê axivî û diyar kir ku kujerên Apê Mûsa diyar in.

Dosya li ser qetilkirina Mûsa Anter, ku di 20'ê Îlona 1992'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, piştî 21 salan hatibû vekirin. Tevî ku gilînameya dozê di 5'ê Tîrmeha 2013'an de ji aliyê 7. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin, heta niha di dosyayê de ti pêşketin nîne. Di 24'ê Mijdara 2014'an de, li ser serlêdana parêzerên bersûcên navê wan di cînayetê de derbas dibin sercerdevan Hamît Yildirim, Mahmût Yildirim bi navê kod 'Yeşîl', îtirafkar Abdulkadîr Aygan û Serheng Savaş Gevrekçî, dosya bi hinceta 'ewlekariyê' ji Amedê rakiribûn Enqereyê. Rûniştina doza Mûsa Anter ku bi doza bingehîn a JÎTEM'ê re kirin yek, wê sibe li 6. Dadgeha Ceza ya Giran a Enqereyê bê dîtin.

KUJERÊN MÛSA ANTER TÊN ZANÎN

Kurê Apê Mûsa Dîcle Anter da xuyakirin ku bi biryara beraetkirina bersûcê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz re, ji ber helwesta neyînî ya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî Kurdan, hiqûqê jî hlwesta xwe guherandiye û da zanîn ku der barê dozên kuştinên kiryar ne diyar de gumanên wan hene.

Anter got, "Bi biryara beraetê ya di doza endamê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz de tê dîtin ku di hiqûqê de ji aliyê neyînî ve guhertinek heye. Em hemû bi guman in. Hiqûq tê binpêkirin. Ji ber nêrîna hikûmetê ya li Kurdan, di dozên li ser kuştinên kiryar ne diyar de, dest li hiqûqê tê werdan. Êdî aşkera ye ku hiqûqî ne dûrî siyasetê ye. Tevî her tiştî jî em naxwazin hêviya xwe winda bikin. Ji ber ku qetilkirina Mûsa Anter cînayeteke diyar e. Kujer diyar in. Tê zanîn ku kê Mûsa Anter xistine xefikê. Bi zelalî tê zanîn ku li pişt vê cînayetê kî hene. Divê ev yek were aşkerakirin."

'DI DOZA BAVÊ MIN DE WÊ SEROKWEZÎR JÎ ÎFADEYÊ BIDE'

Anter da xuyakirin ku ew di rûniştina dadgehê de bixwazin ku li Serokwezîrê wê demê Mesût Yilmaz weke şahid bê guhdarîkirin û anî ziman ku endamên JÎTEM'ê û kesên îtirafkar, di îfadeyên xwe yên li dadgehên dema dawî de henekê xwe bi malbatên mexdûr dikin. Anetr got, "Wê îfadeya şahid û bersûcên dozê bê girtin. Bi taybetî şahid mirovên ji rêzê nînin. Em dixwazin îfadeya Mehmet Emîr, Unal Erkan, Mesût Yilmaz, Kûtlû Savaş bê wergirtin. Divê ne tenê îfadeya îtirafkaran bê girtin. Mînak mêrikek rabûye mîna henekê xwe bike dibêje, 'Ez nabêjim JÎTEM, dibêjim JOTEM' Yanî tê wateya evîndara min'. Dinya alem bi Adem Yakin dizane. Vana mirovên ji nava PKK'ê qut bûne û xwe firotin e. Bawerî çiqasî bi gotina van mirovan tê, ev ne diyar e. Mînak; Abdulkadîr Aygan berî niha radibe dibêje 'gelo?'. Di dema dawî de kê bi van re têkilî danîn? Kê şîret li wan kir, em bi wê jî nizanin. Niha weke şahid wê bi rêya telekonferansê Abdulkadîr Aygan tevlî dadgehê bikin. Ji bilî vê yekê em dixwzin li hemû şahidên li Tirkiyeyê bê guhdarîkirin. Lê xuyaye, dadgeh hêviyê nade mirovan."

'DEWLET NIHA JÎ DIKUJE'

Anter da xuyakirin ku heta Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan neyê avakirin, ne pêkane ku mirov ji bo Tirkiyeyê qala hiqûq û demokrasiyê bikin û ragihand, ku Komîsyona Jêrîn a di bin sîwanê Meclîsê de hatiğye avakirin, nikare 17 hezar cînayetan ronî bike.

Anter axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Malbatên 17 hezar mirovên bi awayekî kiryar ne diyar hatine qetilkirin, ji destpêkê ve pêşniyarek kirin. Ji destpêkê ve em dixwazin Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan di bin sîwanê Meclîsê de were avakirin. Me her tim dît ku avakirina Komîsyonên Jêrîn xapandinek e. Divê komîsyonek serbixwe were avakirin û dewlet mafdar neyê nîşandan. Kê ev komkujî kir? PKK'ê, DHKPC, dewletê? ev hemû wê werin aşkerakirin. Niha radibin ji me re dibêjin, 'dewlet kesî nakuje'. Vaye dewlet dikuje! Tu yê çawa karibe pêşî li terora dewletê bigire? Ji ber ku hêz di destê dewletê de ye. Îro jî dewlet terorê li hemberî gel dimeşîne. Niha qanûnên nû hatin derxistin. Erkên zêdetir ji polîs re hat dayîn û niha kê dixwaze wî/ê dikuje. Kujer bi dilrehetî di nava me de jî digere. Vana har bûne. Divê kuştina mirovan ewçend hêsan nebe."