ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Parîsê krîza li Rojhilata Navîn hat nirxandin
Di konferansa "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" ya li Parîsê de hat destnîşankirin, ku xweseriya demokratîk a li Rojava hatiye îlankirin, ji bo Rojhilata Navîn modelek e. -
Xebatkarê Navenda Giştî ya DBP’ê Yildiz hat binçavkirin
Xebatkarê Navenda Giştî ya DBP’ê Ethem Yildiz li navçeya Kopê ya Mûşê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Banga Cenevre navenda YPJ’ê ziyaret kir
Heyeta Rêxistina Banga Cenevre (Geneva Call) Navenda Keşafê ya YPJ’ê û herêmên dîrokî yên herêma Cizîrê ziyaret kir. -
9 Xwendekarên ji bo Farqînê çalakî pêk anîn hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Çewligê ewlehiya taybet êrîş birin ser xwendekarên ku ji bo berxwedana Farqînê belavok belav dikirin, 9 xwendekar teslîmî polîsan kirin. -
FKÊ Operasyona Azadkirina Şengalê pîroz kir
FKÊ, Operasyona Azadkirina Şengalê ya danê vê sibehê ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star û Hêzên YBŞ-YPJ Şengalê ve hat destpêkirin silav kir, bang li civaka Êzîdî kir ku ji bo mafê xwe yên rewa hișyar û tevlî hemû xebat, civîn û çalakiyên wan bibin. -
Li Hannoverê girtin ser malên Kurdan
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê polîsan girtin ser malên Kurdistaniyan. -
Gaziyê Kurdistanî Mustafa Çelîk li Bremen hat girtin
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê Mustafa Çelîk hat girtin. -
Êrîşên li hemberî Farqînê li gelek cihan hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê, li Stenbol, Agirî, Bedlîs, Edene û gelek navendên din hatin şermezarkirin. -
Li Akhîsar jinek hat qetilkirin
Li navçeya Akhîsar a Manîsayê zilamekî hevsera xwe ya berê û bavê wê bi tifinga pompeyî qetil kir. -
Gelê li Qamişlo, berxwedana li Bakur silav kir
Bi armanca silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê û gelê Farqînê ya li hemberî zilma AKP'ê, bi hezaran kes li Qamişlo meşiyan. -
Hiqûqnas: Pêwîst e Farqîn tenê neyê hiştin
Li Amedê Hiqûqnasan ji bo Farqînê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku wê sibe biçin Farqînê. -
Li Fransayê 'Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê' hat nîqaşkirin
Li Fransayê konferansek bi serenavê "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" hat lidarxistin. -
Li Stûttgartê ji bo avakirina Kobanê konser
Ji bo piştgiriya ji Navenda Tenduristiyê ya Kobanê re ku wê dawiya sala 2015’an bê vekirin konsereke piştevaniyê hat lidarxistin. -
'Li Farqînê ne tenê Kurd, mirovahî tê qetilkirin'
Pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê, der barê komkujiya dewlet li navçeya Amed Farqînê dike de, daxuyaniyek weşandin. -
Ji Tûncel re qedexeya derketina derveyî welêt
Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel a ji bo tevlî bernameyeke Med Nûçe bibe xwest ji Stenbolê biçe Bruksel li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat astengkirin û destûr nedan biçe. -
MLKP, ji bo Farqînê banga berxwedanê kir
MLKP, bang li gelan kir ku tevlî berxwedana gelê Farqînê bibin. -
Li Şengalê gel diherike eniya berxwedanê
Gelek kes bi armanca tevlî operasyona azadiyê ya li Şengalê hatiye destpêkirin bibin, çekên xwe hilgirtin û ber bi eniya berxwedanê ve ketin rê. -
Operasyonên qirkirina siyasî didomin: 4 girtî, 9 binçavî
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Bismil a Amedê 4 siyasetmedarên Kurd hatin girtin, li Serêkaniyê ya Rihayê herî kêm 5 kes, li Mêrdînê 2 kes, li Edeneyê jî 2 kes hatin binçavkirin. -
Sebahat Tûncel hat binçavkirin
Parlamentera berê ya HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel danê vê sibehê li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin. -
Wekîlên CHP'yî banga qedandina şîdetê li hikûmetê kirin
Ji parlamenterên CHP'ê Ozgur Ozel diyar kir ku bûyerên li Farqînê diqewimin, yekser binpêkirina mafê mirovan e. Zeynep Altiok jî ji bo dawî li rewşa şîdetê bê anîn bang li hikûmetê kir. -
Li Parîsê konferansa 'Krîza li Rojhilata Navîn, têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê'
Li paytexta Fransa Parîsê, li ser banga PYD, KNK û CDK-F îro bi mijara "Krîza li Rojhilata Navîn, têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê' konferansek tê lidarxistin. -
Li Hollandayê çalakiyên ji bo berxwedana Farqînê
Kurdên dixwazin destekê bidin berxwedana Farqînê, li bajarê Hollanda Hîlversûmê, li avahiya NOS TV çalakiyek pêk anîn. Komek ji ciwanan jî li Balafirgeha Schîpol a navneteweyî bi heman armancê çalakî lidar xist. -
Terora dewletê ya li Farqînê, li bajarên Basel û Zurîchê hat protestokirin
Terora dewleta Tirk a li navçeya Amed Farqînê, ku îro di roja 10. de ye, li bajarên Swîsre Basel û Zurîchê bi çalakiyan hat şermezarkirin. -
Li Dortmûndê ji bo Farqînê mîtîng hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Elmanya Dortmûndê dijîn, komkujiya hikûmeta AKP li Farqînê dike, şermezar kirin. Girseya gel a li gara bingehîn a bajêr civiya, mîtîngek pêk anî. -
Li Televîzyona Dewletê ya Swêdê çalakiya ji bo Farqînê
Bi armanca şermezarkirina êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Farqînê û destekkirina gelê Farqînê, ku ev 10 roj in bi lehengî li dijî êrîşan li ber xwe dide, duh êvarê li avahiya Televîzyona Dewletê ya Swêdê xwepêşandan hat lidarxistin.