Girtina dibistanên Kurdî hat protestokirin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê girtina dibistana Kurdî ya bi navê Ferhat Kûrtay hatibû vekirin bi daxuyaniyek çapemeniyê hat protestokirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê girtina dibistana Kurdî ya bi navê Ferhat Kûrtay hatibû vekirin bi daxuyaniyek çapemeniyê hat protestokirin.

Li Taxa Bahçelîevler a Qoserê 25’ê Cotmehê bi navê Ferhat Kûrtay dibistanek Kurdî hatibû vekirin, têkildarî girtina dibistanê li pêşiya dibistanê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalay, Rêxistinên DBP, HDP’ê yên Navçeya Qoserê, Hevşaredarên Qoserê, MAPER, Nûnertiya Qoserê ya Egîtîm Sen, xwendekar û malbatên xwendekaran tevlî daxuyaniyê bûn.

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan li vir axivî û wiha got: “Îro ji ber dibistana Kurdî hatiye qedexekirin em hatin gel hev. Em vê qedexeyê şermezar dikin û em vê qedexeya li hemberî zimanê Kurdî hatiye danîn jî nas nakin û qebûl nakin. Em ê dibistana xwe biparêzin, bila gelê me jî li dibistana xwe xwedî derkeve. Ji bo zimanê Kurdî pêş bikeve, bila tevahî gelê me li malên xwe, kolanên xwe zimanê zikmakî fêrî zarokên xwe bike, bi vî zimanî bidin û bistînin. Ew dixwazin vî zimanî tine bikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Em ê ji bo ziman û çanda xwe têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan destpê kir.