ROJANE
Hemû Nûçe
-
Der heqê xebatkarên Ozgur Halkê de biryara binçavkirinê
Di serdegirtina Kovara Ozgur Halkê de polîsan nobedarê avahiyê Nedîm Demîrkiran binçav kirin, ji hêla dadgehê ve ji bo gerînendeyê karên nivîsê yê kovarê û belavkarên ku wê werin tespîtkirin biryara binçavkirinê da. -
Li Ozgur Halkê lêgerîna polîsên Tirk didome
Polîsên Tirk ên bi ser avahiya Ozgur Halkê de girtin lêgerînê didomînin, biryar hatiye dayîn ku heta belavkarên ji hêla dadgehê hatine tespîtkirin bên dîtin, wê tevahî xebatkarên kovarê binçav bikin. -
Li Danîmarkayê konferansa Rojhilata Navîn û Kurd
Bi konferansek li Parlamentoya Danîmarkayê ve pêşketinên li Rojhilata Navîn û di aştiyek mayinde ya herêmê de rola Kurdan hate gotûbêjkirin. -
Dîsa tiştek ji CPT’ê çênebû: Banga çalakiyên bi ruhê seferbertiyê hate kirin
Ji civîna CPT’ê û rêveberên Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê ku 18 roj in li bajarê Strasboûrg ê Fransayê greva birçîbûnê didomînin, dîsa ti encam nehate wergirtin, careke din pirsa çima naçin Girava Îmraliyê jî bêbersiv ma. -
Fête de l’Humanîtê dest pê kir
Fête de l’Humanîte(şahiya mirovahiyê) ku li Parîsê 3 rojan wê bidome dest pê kir. -
Şakir: Pêwîst e başûrê Kurdistanê hê zêdetir xwedî li Ocalan derkeve
Hevseroka Tevgera Azadî Şakîr bang li başûrê Kurdistanê kir ku hê zêdetir xwedî li Ocalan derkevin, got pêwîst e hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê ji bo Ocalan di qada navneteweyî de dîplomasiyek mezin bimeşînin. -
Polîsên Tirk bi ser kovara Ozgur Halkê de girtin
Polîsên Tirk li Stenbolê bi ser avahiya Kovara Ozgur Halkê de girtin. -
Şandeya YE’yê bi HDP’yiyan re rûnişt
Şandeyeke YE’yê ku Nûnera Paya Bilind a Yekîtiya Ewropayê Luîsa Mogherînî jî di nav wan de bû, bi şandeya HDP’ê re ku Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de bû, rûnişt. -
Yuksekdag: Em ê serî netewînin, bendên demokratîk deynin
Yuksekdag li dijî qeyûman û neçîra pîrebokan nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku wê serî netewînin, banga sazkirina ‘benwên demokratîk’ kir. -
NAV-YEK, KCDK-E, HDK-Ewropayê jî piştigiriya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin
Greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê di roja 18’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê didomîne, ji hêla gelek sazî, dezgeh û welatparêzên Êzidî ve tê ziyaretkirin. -
MŞD: Ku daxwaz bi cih neyên çalakî wê berfirehtir bibe
Çalakiya greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) ku li Straboûrgê bi awayekî bêdem û bêdorveger hatiye destpêkirin, di roja 18'an de ye. Meclîsê diyar kir, ku bersiv ji daxwaza wan re neyê dayîn, wê çalakî berfireh bibe. -
Gelek parêzer li Îzmîrê hatin binçavkirin
Li Îzmîrê, parêzerên ku binçavkirina parêzeran şermezar kirin, bûn hedefa êrîşa polîsan. Gelek parêzer hatin binçavkirin. -
Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat hatin girtin
Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan ên li Mersînê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
HDP: Hay ji şelihandina li ser medyaya civakî hebin!
HDP’ê têkildarî şelihandina li ser medyaya civakî daxuyanî da. -
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Altinors hat binçavkirin
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors, li mala xwe bi serdegirtinê hat binçavkirin. -
Li Berlîn û Bochûmê çalakiyên protestoyî
Li bajarên Berlîn û Bochûm ên Elmanyayê, dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin. -
Hunermendan piştgirî dan greva birçîbûnê ya li Strasboûrg
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 5 endamên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, di roja 18. de ye. Hunermendên Kurd ji bo piştgiriyê hatin serdana çalakgeran. -
KÎK'ê ambargo danî ser Şaredariyên DBP'yî
Saziya Îhaleyê ya Gelemperiyê (KÎK), Şaredariyên Artemêtan, Îpekyolû û Qelqeliyê yên DBP'yî, ku tê plankirin qeyûm li wan bê erkdarkirin, li derveyî sîstema malpera xwe ya înternetê hişt. -
Pîştî endamê PM yê DBP’ê hat berdan bi 5 deqeyan dîsa hate binçavkirin
Endamê PM yê DBP’ê Bayram Demîrhan, pîştî ku ji aliyê dozgeriyê ve hate berdan û şûn de dîsa hate binçavkirin. -
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 17’an de ye: Rewşa tenduristiyê xirab dibe
Greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bêdem-bêdorveger daye destpêkirin, di roja 17’an de bi tevlîbûnên nû didome, rewşa tenduristiya 5 rêveberên Êzidî yên bêdem-bêdorveger tevlî bûne jî xirab dibe. -
Hevşaredarê Hênê Zorlû hate binçavkirin
Hevşaredarê navçeya Hênê ya Amedê Abdurahman Zorlû, di serdegirtina polîsan a li ser mala wî de, hate binçavkirin. -
Ji HDP’ê berteka destpêkê ji bo qeyûmê: EM NASNAKIN!
Piştî wezîferdarkirina qeyûmên ji bo şaredariyên Sûr û Farqîn ên Amedê bertekên destpêkê HDP’ê nîşan da. Beştaş a HDP’yî, diyar kir ku hevşaredar, endamên meclîsê û gel qeyûman nas nakin. -
Demîrtaş bersiv da gefên Yildirim û Soylû
Demîrtaş bersiv da gefên Serokwezîr Yildirim û Wezîrê Soylû. Demîrtaş destnîşan kir, ku ew ê bi gelê xwe re li ber xwe bidin. -
Tecrîd li sê welatan hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. -
Serokwezîrê Tirk fermana komkujiyên nû yên mîna Roboskî da
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ji waliyên xwe yên li 81 bajaran re axivî û bi gotina, "Ji bilî derbasbûna ji deriyên sînor, hemû derbasbûnên ji cihên din, derbasbûna dijminan e. Wê di cih de bersiv bê dayîn" fermana komkujiyên nû da.