Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ji waliyên xwe yên li 81 bajaran re axivî.
Yildirim da xuyakirin, ku di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de polîtîkayên wan ên şer ketine qonaxeke nû û fermana li Colemêrgê da leşkeran dubare kir: "Navê vê pêvajoyê ne parastin e, êrîş e."
Yildirim di axaftina xwe ya îro de, ji bo pêkanîna komkujiyên nû yên mîna Roboskî ferman da. Yildirim got, "Em ê deriyên xwe yên sînor ewle bikin. Ji bilî derbasbûna ji deriyên sînor, hemû derbasbûnên din, derbasbûna dijminan e û wê di cih de bersiv were dayîn. Hemû derbasbûnên ji derveyî deriyên sînor, derbasbûnên ne qanûnî ne, sûc in û çi pêwîst be wê ew were kirin. Çawa ku bersiv ji êrîşa dijminan re tê dayîn, ev bersiv jî wê bi vî rengî be. Wê di cih de ya pêwîst bê kirin."